Îtaliya: Mudexeleya leşkerî ji bo Lîbyayê nabe çareserî

Li gorî Ajansa Reutrsê,  Serokwezîrê Îtalyayê got, her mudexeleyek leşkerî biyanî di Lîbyayê de nakokiya dawîn çareser nake. Her wiha hişyarî da ku dibe ew bibe sedema koçberiya  komî bi rêya Deryaya Spî.

Îtaliya: Mudexeleya leşkerî ji bo Lîbyayê nabe çareserî
13 nîsan, 2019   14:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Lîbyayê bi serkêşiya Xelîfa Heftar ji bo ku Terablusê bixe bin serweriya xwe pêşde dikeve.

Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conti di hevdîtinekê de bi rojnameya Il Fatu Cotidiano re ku roja Şemî weşandibû got: Bijêrka leşkerî ne çareserî ye.

Her wiha destnîşan kir ku divê tevahiya aliyên nakok di nav danûstandinan de bin heya şerê ku bûye sedema derketina 4 hezar û 500 niştecihên Terablusê were sekinandin.

Conti diyar kir  ku her mudexeleyek leşkerî dibe ku dibe bihêle gelek Lîbî bi riya Deryayê Spî ber bi başûrê Ewropayê ve birevin.

Hikumeta Îtalyayê ya heyî mudexeleya NATO`yê di Lîbyayê de rexne kir ku serokê berê Muemer El-Qezafî rakir û got: "NATO‘yê alozî li welat afirand û di pêkanîna aştiyê de tiştek nekir."