Çeteyên dewleta Tirk êrîş birin ser koçberan

Çeteyên koma "Furqet El-Hemzat" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrîşî koçberên li kampa Şerqiya ya bakurê bajarê Babê kirin.

Çeteyên dewleta Tirk êrîş birin ser koçberan
13 nîsan, 2019   13:35
MINBIC

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji bajarê Babê dane ANHA‘yê çeteyên koma "Furqet El-Hemzat" a girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrîşî koçberên kampa Şerqiya ya bakurê bajarê Babê kirin.

Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyan gule bi aliyê kampê ve reşandin.

Der barê ziyanan de agahî nehatin bidestxistin.

ANHA