Li Minbicê şahiya salvegera damezrandina Saziya Zimanê Kurdî hate lidarxistin

Bi boneya salvegera duyemîn a damezrandina Saziya Zimanê Kurdî, îro saziyê bi hevkariya Komîteya Perwerdkirin û Fêrkirinê, şahiyek lidar xist.

13 nîsan, 2019   12:57
MINBIC

Şahiya damezrandina Saziya Zimanê Kurdî li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê hate lidarxistin.

Şahî bi beşdariya bi dehan ji şêniyên bajarê Minbicê, endamên komîteyan, saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a li bajarê Minbic û gundewarên wê û endamên Partiya Sûriyê Pêşerojê hat lidarxistin. 

Li ser navê Saziya Zimanê Kurdî axaftin hatin kirin, bi zimanê kurdî ji aliyê yek ji endamên saziyê Sîham Hemû û bi zimanê erebî yek ji mamosteyê zimanê kurdî Alaa Sebar ve hatin axaftin hate kirin. Di axaftinan de, bixêrhatina beşdaran hate kirin û bal li ser rola Saziya Zimanê Kurdî di fêrkirina zimanê dayîkê de, hate kişandin.

Paşê, bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarên wê Hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Şêxo axivî û xebatên Saziya Zimanê Kurdî û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya li bajarê Minbinc û gundewarên wê, ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin pîroz kir.

Paşê sînevîzyonek derbarê xebatên Saziya Zimanê Kurdî yên li bajarê Minbicê û gundewarên wê yên du salan hatin pêşandan. Paşê, helbestek bi zimanê kurdî ji aliyê Çiya Sara û helbesta bi zimanê erebî ji aliyê Zekiya Musa ve hatin xwendin. Her wiha Koma Mehebê stranên kurdî pêşkêş kirin. her wiha piştre 4 jinan stranên kurdî gotin.

Di dawiya şahiyê de, bawernameyên zimanê kurdî li 19 kesên ku ji asta yekemîn a zimanê kurd derçûne, hatin belavkirin. Her wiha diyarî li 4 kesên serkeftî hatin belavkirin.

Hêjayî gotinê ku Saziya Zimanê Kurdî ya bajarê Minbic û gundewarên wê di 14`ê Nîsana 2017`an de hate avakirin.

(eh)

ANHA