ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12.04.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12.04.2019
12 nîsan, 2019   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şopandina operasyonên QSD`ê ji bo paqijkirina Baxozê piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ`ê.

-Çalakiya Kongreya Star a Kantona Efrînê di roja xwe ya sêyemîn bi tevlibûna şêniyên kampa Berxwedan berdewam dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên Efrînê bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê cenazeyên şehîdan oxir dikin û nasnameya şehîdên din ên ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne eşkere dike saet 12:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Di her pêvajoyeke şoreşa Rojava de gelek qonaxên sereke hebûn ku bandor li xeta şoreşê kir û jê serdemeke nû dest pê kir. Yek ji wan qonaxan jî berxwedana taxa Şêxmeqsûd e. Ciwanên Rojava ew berxwedan bi tîpên zêrîn xêz kir. Bi sedan ciwanan ji bo parastina destkeftiyan canê xwe feda kir. (BI WÊNE)

- Du girtiyên azadiyê yên di girtîgehên Tirkiyê ku 41 rojin di greva birçîbûnê de ne, qeydên deng ji malbatên xwe re şandin û gotin: “Em ê bi rihê berxwedana Efrînê, heta rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber xwe bibin.” "(BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Dewleta Tirk bi desteka rêxistinên ku tevahiya cîhanê wan wek terorîst dibîne, karîbû wêneyê civakî û çandî yê gelê Sûriyê li gelek deveran reş bike. Ew hîna jî hewldanan dike da ku herêmên din jî di vê guhertinê re derbas bike. Di vê dosyayê de em ê balê bikişînin ser herêma "Keseb" a li berava Sûriyê û parêzgeha Idlibê ku her du jî dikevin ser sînorê Tirkiyê. Her wiha mezintirîn sûcên şer ku Tirkiye û çeteyên xwe li dijî civakên oldar pêk anîne, eşkere bikin.(BI WÊNE)

POLÎTÎKA

- Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Hesen Mihemed Elî got: "Li gel hebûna hêzên herêmî yên dagirker çareseriya aloziya Sûriyê ne pêkan e. Divê Tirkiyê ji xaka Sûriyê were derxistin, gelê Sûriyê li ser masya diyalogê rûne û aloziyê nîqaş bike."(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Jina ku nexwest navê xwe eşkere bike M.M. ji şêniyên Efrînê ye, binpêkirinên çeteyên dagirkeriya Tirk li Efrînê vegotin û got: "Kî biçe Efrînê ji binpêkirinên çeteyan xilas nabe û azaran dikşîne."(BI W:NE { D"MEN)

CIWAN

-Îro di nav tunuvaya Herêma Firatê de ya dawîn a ku dê li ser stada Beledî ya Reqayê li darkeve, maçek di navbera Firat Kobanê û Hêzên Ewlehiyê li dar dikeve saet 15:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên kantona Qamişlo ji ber rêyên xirab bi gazincin. Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo soza destpêkirina serjimartinê ji bo ku pirsgirêka rêyan û piran çareser bike, kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Koperatîfa firina Avaşîn a navçeya Girkê Legê ya girêdayî kantona Qamişlo nanê 24 gundan peyda dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dermanxaneya navendî ya çandiniyê ya kantona Girê Spî pêwsîtiyên cotkaran ji hemû cûreyên derman bi buhayetekî guncaw peyda dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA