Artêşa niştîmanî ya Lîbyayê balafirek şer xiste xwarê

Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê bi serkêşiya Xelîfe Heftar ragihand ku yekîneyên artêşê êvarê di operasyonên leşkerî de li dora peytexta Lîbyayê Terablusê  balafirek leşkerî ya hêzên hikumeta Wîfaq Wetanî xistine xwarê

Artêşa niştîmanî ya Lîbyayê balafirek şer xiste xwarê
10 nîsan, 2019   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneya ragihandina leşkerî ya girêdayî Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê di daxuayniyekê de êvarê ragihand ku hêzên çekdar ên Lîbyayê balafirek leşkerî ya dijmin xistiye xwarinê. Ev balafir ji  bargeha Misrata ya hawayê ber bi Terblusêl ve ketiye rê.

Berdevkê fermî ya artêşa niştîmanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî di kongreyek çapemeniyê de vê êvarê ketina balafire tekez kir.

El-Mismarî diyar kir ku balafir ji hêla çekê hawayê di çarçoveya sîwana hawayê de ya ku li dora Terablusê berê hatiye ava kirin ket xwarê û wiha domand: "Ji mafê me ye her tehdîdekê li dijî ewlehiya me û gelê me em tune bikin."

Yekîneyê ragihandina leşkerî di demek berê de ji ragihand ku balafirên şer ji bargeha Misrata derketine û herêma Qesir Bin Xeşîr li dora Terablusê kirine hedef.

Di 8`ê Nîsanê de artêşa niştîmanî ya Lîbyayê ragihand ku hêzên wan sîwana hawayê li ser Terablusê ji bo rêgirtina li pêşiya balafirên dijber ava kiriye. Piştî ku du balafirên şer li balafirgeha Meîtîqa ya ku tenê li peytextê dixebite kirine hedef.

Ji 4`ê Nîsanê ve li dora Terablusê şerên dijwar rû didin, piştî destpêkirina artêşa niştîmanî ya Lîbyayê operasyona serwerkirina peytextê.

Hêzên Heftar dibêjin ku armanca êrîşan wan rizgarkirina bajêr ji terrorê ye.