‘Divê rêxistinên hiqûqî destwerdanê bikin û daxwaza çalakgeran bi cih bînin’

Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Helebê kiryarên Tirkiyê yên ku guh nadin daxwazên çalakgerên grevên birçîbûnê, şermezar kirin û bang li rêxistinên hiqûqî kir ku destwerdanê bikin û daxwaza çalakgeran bi cih bînin.

‘Divê rêxistinên hiqûqî destwerdanê bikin û daxwaza çalakgeran bi cih bînin’
9 nîsan, 2019   12:22
HELEB

Îro 153 roj e hevseroka KCD û parlamentera HDP`ê ya Culemêrgê Leyla Guven ketiye greva birçîbûnê. Her wiha bi hezaran girtiyên li zindanan û li seranserî cîhanê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ketine greva birçîbûnê.

Têkildarî mijarê, Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê daxuyaniyek bi amadebûna endamên navendê da. Di daxuyaniyê de,tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û daxwaz kirin ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê werin bicihanîn.

Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê endamê navendê Ferîd Seror û bi zimanê kurdî ji aliyê endama navendê Hêvî Xanî ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em kiryarên dewleta Tirk a ku daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê di zindanên Tirkiyê de bi serkêşiya Leyla Guven ku hejmara wan 7 hezar derbas kiriye, şermezar dikin.

Em bang li rêxistinên hiqûqî yên cîhanî dikin ku destwerdanê bikin da ku jiyana çalakgerên greva birçîbûnê xelas bikin û daxwazên wan a rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev zêdetirî 20 sal e di zindanê de Tirkiyê de, bicih bînin.

Em şopandina li ser rêya berxwedêran teqez dikin.”

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana çalakgerên grevê û daxwaza azadiya Ocalan bi dawî bû.

(kc)

ANHA