Artêşa Wetenî nuqteyên stratejîk ên li Terablusê girtin

Artêşa Wetenî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter piraniya nuqteyên stratejîk ên li derdora bajarê Terablusê û balafirgeha navdewletî xistin bin serweriya xwe. Her wiha agahî hene ku hindik maye bajêr bixin bin serweriya xwe.

Artêşa Wetenî nuqteyên stratejîk ên li Terablusê girtin
7 nîsan, 2019   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Artêşa Wetenî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî ji Skynews re ragihand ku çalakiyên wan bi awayekî pir baş derbas dibin û derbasî taxên başûr û başûrê rojavayê bajêr bûne, li wê derê şerên dijwar rû didin û wiha got: "Komên çekdar hewl didin rêya Um Wadî Rebî ku yek ji rêyên stratejîk e, vegerînin. Em niha di 7 eniyan de bi pêş de diçin."

Mismarî destnîşan kir ku artêşê gelek herêm û eniyên stratejîk ên derdora balafirgeha Terablusê ya navdewletî, her wiha rêyên rojavayê paytext careke din xistin bin serweriya xwe. Ew enî paytext û herêmên başûr û başûrê rojhilat bi hev ve girê dide.

Li gorî ku çavkaniyan ji Skynews re diyar kir ku balafirên şer ên girêdayî hikumeta Wîfaqê 4 caran navendên artêşa Lîbyayê li Sûka Pênşemê û Cindûbê bombebaran kirin. Her wiha bajarê Misrata û Zintan alîkarî şandin da ku destekê bidin komên çekdar ên li Terablusê.

Tê zanîn ku Artêşa Wetenî ya Lîbyayê di çarçoveya operasyona leşkerî ya berfireh a bi navê "Tofana Kerame" de ku roja pêncşemê ji bo rizgarkirina paytext ji komên çekdar, ber bi Terablusê ve diçe.

(bx)