Pirsgirêka taxa El-Diriye ya kanalîzasyonê çareser dibe

Şêniyên taxa El-Diriye ya bajarê Reqayê ji ber kombûna ava gemar bêzar in. Gerînendetiya Kanalîzasyonan a Şaredariya Gel a Reqayê hewl didin pirsgirêkê çareser bikin.

Pirsgirêka taxa El-Diriye ya kanalîzasyonê çareser dibe
Pirsgirêka taxa El-Diriye ya kanalîzasyonê çareser dibe
Pirsgirêka taxa El-Diriye ya kanalîzasyonê çareser dibe
Pirsgirêka taxa El-Diriye ya kanalîzasyonê çareser dibe
Pirsgirêka taxa El-Diriye ya kanalîzasyonê çareser dibe
Pirsgirêka taxa El-Diriye ya kanalîzasyonê çareser dibe
Pirsgirêka taxa El-Diriye ya kanalîzasyonê çareser dibe
Pirsgirêka taxa El-Diriye ya kanalîzasyonê çareser dibe
Pirsgirêka taxa El-Diriye ya kanalîzasyonê çareser dibe
7 nîsan, 2019   08:48
REQA-HEMED EL-MISTEFA

Nêzî 2 hefteyan e li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê baraneke zêde dibare. Ji ber wê li gelek herêman lehî rabû. Gelek bajaran jî zirar ji barîna barana zêde girt. Yek ji van cihan jî taxa Diriye ya Reqayê ye.

Taxa Diriye dikeve rojavayê bajarê Reqayê. Ji ber pirsgirêkên toreyên kanalîzasyonê yên taxê ava gemarî li kolanan kom dibe û dikeve nava malan. Li taxên bajarê Reqayê, toreyên kanalîzasyonê bi awayekî mezin ziyan dîtiye. Ji ber wê jî av li kolanan, di nav malan de kom bû û şênî bi gilî û gazinc in.

Şêniyên taxa Diriye bang li Şaredariya Gel a Reqayê kir ku pirsgirêkê çareser bikin. Şêniyê bi navê Ehmed El-Xelîl got: "Di her zivistanekê de ev pirsgirêk rû dide. Ji ber kombûna ava baranê û golan, em nikarin derbasî taxê bibin."

Şêniyê bi navê Xelîl El-Esaf diyar kir ku piştî barîna baranê ava kanalîzasyonê derbasî nava malan dibe û wiha got: “Dema baran dibare em nikarin ji malên xwe derkevin yan jî derbas bibin. Toreyên kanalîzasyonê li taxê tune ne.”

Şêniyê bi navê Xalid El-Şewax jî got: "Herî li her derê ye, dema baran dibare rewş dijwartir dibe. Zarok nikarin ji mal derkevin. Em bang li şaredariyê dikin ku di zûtirîn dem de pirsgirêkê çareser bike."

Gerînendeyê Gerînendetiya Sererastkirina Toreyên Kanalîzasyonê endezyar Mihemed El-Hesen got: "Di 2 mehên dawîn de me hezar û 700 metre ji toreyên kanalîzasyonê û ava vexwarinê li taxên cuda çêkiriye."

Girêdayî pirsgirêka toreyên kanalîzasyonê ya taxa Diriyê El-Hesen destnîşan kir ku tax, ne taxeke birêxistinkirî bû û wiha got: "Me tax xist nav projeyên  xwe yên dema bê. Em ê pirsgirêka taxê çareser bikin."

(şx)

ANHA