Li Hesekê rojbûna Ocalan bi coş hate pîrozkirin

Li bajarê Hesekê jî bi beşdarbûna bi hezaran xelkê herêmên Cizîrê, Kobanê, Efrîn û Minbicê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coş hate pîrozkirin.

4 nîsan, 2019   18:05
HESEKÊ

Pîrozbahî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreger ve li Stada Werzîşê ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê hat lidarxistin. Bi hezaran şêniyên herêmê Cizîrê, Kobanê, Efrînê û Minbicê beşdarî şahî bûn.

Şahî bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Paşê Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Harûn Apoyî axivî. Harûn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: "Bi ramanê Ocalan dê hemû hêzên ku dixwazin destkeftiyên gelan tine bikin, têk biçin. Bi rihê serkeftinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê têkoşînê bikin û tevahî xaka Srûiyê ji dagirkeran rizgar bikin."

Piştî axaftina Harûn Apoyî, Koma Berxwedan, Koma Çerkes a dîlanan a Minbicê, Koma Kevana Zêrîn û Koma Welat dîlanên folklorî pêşkêş kirin. Paşê hunermend Cewad Merwanî, Nesrîn Botan, Rêber Wehîd û Serhedo bi stranên xwe gel coşandin.

Gel li ber strnan xelekên dîlanan gerandin û di nav de dirûşmeyên "Bê Serok Jiyan Nabe" berz dikin.

ANHA