Endamên Kongreya Star: Rojbûna Ocalan rojbûna gelên azadîxwaz e

Endamên rêveber ên Kongreya Star destnîşan kirin ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojbûna gelên azadîxwaz e û wiha got: “Divê têkoşînê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan were bilindkirin. Azadiya Azadiya serokê me azadiya me ye."

Endamên Kongreya Star: Rojbûna Ocalan rojbûna gelên azadîxwaz e
4 nîsan, 2019   04:32
HESEKÊ-BASÊL REŞÎD

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsana 1949’an li gundê Amara yê girêdayî naçveya Xelfetî ya bajarê Rihayê li Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû. Bi rasthatina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, endamên rêveber ên Kongreya Star ên Serêkaniyê rojbûna Ocalan li tevahiya şêniyan pîroz kirin û tekez kirin ku bi saya fikr û felsefeya Ocalan jin gavên cidî ber bi azadiya ve avêtin.

Berdevka Kongreya Star a Kantona Hesekê Jiyan Ibrahîm Hisên got: "Bi saya fikr û felsefeya Ocalan jinê gavên girîng avêtin. Serok Ocalan rêberê tekaneye ku ji bo azadiya jinê û xilasiya wê ji pergala mêrdestiyê têkoşîn daye meşandine. "

Jiyan destnîşan kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêgeza fikrê Ocalan ji xwe re kirine bingeh û rolek girîng di tevahiya waran de lîstin. Jiyan got: “Pergala hevserokatiyê rê li pêşiya jinê vekir da ku rola xwe bilîze û erkên xwe di avakirina civakek demokratîk û azad de bîne cih.”

Di dawiya gotinên xwe de Jiyan bang li tevahiya jinan kir ku asta têkoşînê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind bikin.

Endama rêveber a Kongreya Star a Serêkaniyê Hemrîn Selah rojbûna Ocalan li tevahiya şervan û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û wiha axivî: “Bi saya fikr û felsefeya Ocalan em gihaştin vê astê û em beşdarî tevahiya warên jiyanê bûn."

Hemrîn Selah tekez kir ku divê tevahiya jinên cîhanê fikrê Ocalan ji xwe re bikin bingeh û ji bo azadiya wî û rakirina tecrîdê bixebitin.

Endama rêveber a Kongreya Star a Serêkaniyê Selwa Ehmed jî got: “Rojbûna Ocalan rojbûna gelên azadîxwaz e. Em binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî Ocalan şermezar dikin. Em bang li mezinkirina têkoşînê dikin û dibêjin azadiya Ocalan azadiya me ye."

(şx)

ANHA