Radyoya Rojava: Em ê li ser xeta azadiya gelan têbikoşin

Navenda Radyoya Rojava ku niha li bajarê Hesekê yê herêma Cizîrê weşandê dike, bi boneya salvegera 6’emîn a damezrandina radyoyê daxuyaniyek nivîskî weşand. Radyoyê got: “Em ê weşana xwe li ser xeta azadiya gelan, hevrêyên şehîd, ragihandina azad û li ser şopa heqîqetê têbikoşin.”

Radyoya Rojava: Em ê li ser xeta azadiya gelan têbikoşin
3 nîsan, 2019   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Radyoya Rojava ku niha li bajarê Hesekê yê herêma Cizîrê weşandê dike, bi boneya salvegera 6’emîn a damezrandina radyoyê daxuyaniyek nivîskî weşand. Radyoyê got: “Em ê weşana xwe li ser xeta azadiya gelan, hevrêyên şehîd, ragihandina azad û li ser şopa heqîqetê bişopînin.”

Daxuyaniya Navenda Radyoya Rojava wiha ye;

“Em salvegera 6’emîn a damezrandina Radyo Rojava li tevahî şervanên azadiyê, gelê me yê welatparêz û malbatên şehîdan pîroz dikin. Em bi coşeke mezin derbasî vê salê dibin ku di vê salê de me serkeftinên mezin bidest xist. Ji nû de avakirina Radyo Rojava jî yek ji berhemên vê têkoşîna bi rûmet a bi salane ku li hember dagirkerî û Faşîzmê tê kirine. Weke her sal, di sala 2019 an de jî ku li her derê agirê azadiyê geş dibe û gelê Kurd bi kelecaneke mezin derbasî buhareke nû dibe. Em jî hewl didin da ku bikaribin di sala xwe ya nû de bibin şopdarên heqîqeta bê dawî ya şoreşa gelê azad.

Li ser bingeha Şoreşa Rojava meşa azadiyê a bi pênşengtiya parazvanên axa welat û bi tekoşîna domdar ya ku serkeftinên mezin bi xwe re anî. Di serî de bidawî anîna Rêxistina Terorîst a DAIŞ li ser destê şervasnên YPG,YPJ û QSD, avakirina herêmeke bi ewle ku hemû pêkhateyên civakê di aramî û aşitiyê de li ser bingeha pergala “Netewa Demokratîk” li ser vê axê dijîn û xwe birêve dibin. Ev yek jî nîşaneya serkeftina xeta azadî û demokrasiyê li hember dagirkerî û faşîzmê ye.

Em jî di herîkîna van salan de, di nava hewldanan de bûn da ku xwe bighînin her deverên berxwedan û tekoşînê . Di serî de, ji nû ve avakirina radyo û weşanê piştî êrîşa dewleta tirk a dagirker di 24 Nîsana 2017 an bi biryardarî û ezîmeyeke xurt ji bo tolhildana şehîdên ku di oxira vê êrîşa tirsonek de bi canbexşane tevlî refên pakrewanan bûn, damezrandina Radyo ji nû de yek ji gavên sereke ji bo tolhildana van şehîdan e. Piştî vê ev tekoşîn bi destxitina deskeftiyên mezin dewamkir.

Ji nû de avakrina Radyo Rojava di 10 Îlona 2018’an de, yek ji serkeftinên bi nirx ku bû bersiv li hember dagirkeriya dewleta tirk a dagirker. Îro jî piştî 8 mehan ji weşana nû û 6 sal ji damezrîna Radyo dîsa jî em bi weşangeriya xwe ya zindî li qadeke berfireh ji axa Bakûr û Rojhilatê sûriyê weşana xwe dikin. Dîsa em di nava hewldanandane ku dengê radyoya xwe bigihînin herdeverê. Dewleta Tirk a dagirker ji ber ku deskeftiyên şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê qebûl nake, bi her cûreyên êrîşan dixwaze van deskeftiyan valaderxe û şoreşê tesfiye bike. lewma jî êrîş û gefan li ser civakê û axa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dike. Xwest dengê radyoya me jî qut bike ji civakê, ev çendî care perazît diavêje ser pêlên weşana me. Lê me bi tekoşîna xwe ya domdarî van êrîşan têkbir. Niha jî em bi du(2) pêlên xwe: yek li stasyona çiyayê Kizwana li ser pêla 104.2 û ya din jî li stasyona çiyayê Qereçox bi pêla xwe ya 89.4 ku ev pêla Rojava FM a despêkê ye weşana xwe dikin.

Piştî 6 salên ku bi nirxên şoreşê re girêdayî, bi berxwedanî û tekoşîn, bi îrade û biryardariyekî xurt em bûn şopdarê azadiyê li tevahî şoreşê belav bûn.

Em salvegera 6’emîn a damezrandin Radyo Rojava ku dikeve sala 7 an, li tevahî şervanên azadiyê, gelê me yên welatparêz û li tevahî guhdaran pîroz dikin.

Weke her salê di sala 2019’an de jî, emê weşana xwe li ser xeta azadiya gelan, hevrê yên şehîd, ragihandina azad û li ser şopa heqîqetê têbikoşin.”