Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnamyên erebî yên îro der barê rikberiya di navbera Rûsya û Îranê de, geşedanên li Cezayîrê û hin mijarên din de nivîsîn.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
3 nîsan, 2019   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Şerq El-Ewset: Îran gihîşt Deryaya Spî, Rûsya bi hêrs bûye

Rojnameya El-Şerq El-Ewset der barê rikberiya di navbera Îran û Rûsyayê de wiha nivîsî: "Ji ber ku Şamê mafê bikaranîna bendera Laziqiyê daye Îranê, Rûsya hêrs bûye. Cara yekemîn e ku lingên Îranê digihîjin Deryaya Spî cihê ku du baregehên Rûsyayê lê ne."

Rojnameyê wiha dewam kir: "Wezîrê veguhastinê yê Sûriyê Elî Hemûd roja 25`ê Sibatê ji berpirsyarê giştî yê bendera Laziqiyê xwestibû ku komîteyeke hiqûqnas û aborîzanan bê avakirin û reşnivîsa hevpeymana bi Îranê re amade bikin da ku mafê bikaranîna benderê bidin Îranê. Di nava 8 salên derbasbûyî de Îranê di hêla aborî û leşkerî de alîkariya Sûriyê kir, lewma deynên Îranê li ser Sûriyê çêbûn. Beramberî van deynan jî Îranê xwestiye bendera Laziqiyê bi kar bîne."

El-Ereb: Netanyahu ji bo plana çareseriya aloziya Sûriyê li Rûsyayê ye

Rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Roja pêncşemê dê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re li Moskovê bicive anku beriya hilbijartinên giştî yên Îsraîlê bi çend rojan. Der barê serdanê de gelek pirs derdikevin pêş, ji ber ku di nava mehekê ev serdana duyemîn e. Her wiha li gorî hin agahiyan serokwezîrê Îsraîlê ji bo çareseriya aloziya Sûriyê planek pêşkêşî Moskovê kiriye."

El-Quds El-Erebî: Serokê bihêz Bûteflîqa ji ber fişarên gel îstifa kir

Der barê geşedanên li Cezayîrê de rojnameya El-Quds El-Erebî wiha got: "Di nava pêvajoyeke dirêj de, serokê Cezayirê Ebdilezîz Bûteflîqa wek çêkerê aştiyê û endezyarê lihevhatina neteweyî dihate naskirin. Lewre serokekî bi hêz bû, lê paşê nexweş ket û lawaz bû û di bin fişara kolanê de îstifa kir. Bûteflîqa yê 82 salî, cara yekemîn sala 1999’an wek serokê Cezayîrê hate hilbijartin."

Yemen

Der barê rewşa li Yemenê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Ji bo dîsa lihevhatina Swêdê ya der barê Hudeydayê de bê zindîkirin, şandêrê navdewletî yê Yemenê Martin Griffiths dest bi toreke nû ya hevdîtinan kir, lê hewldanên wî dîsa rastî dîwarên siyasî û leşkerî yên Hûsiyan hatin, bi taybet der barê mijara vekişîna ji 3 benderên parêzgeha Hudeydayê yên li ser Deryaya Sor a rojavayê Yemenê de."

Iraq

Rojnameya El-Şerq El-Ewset têkildarî rojeva Iraqê wiha nivîsand: "Meclisa parêzgeha bajarê Besrayê ya Iraqê biryar da ku parêzgeh bibe herêm. Li gorî makezagona Iraqê her parêzgeh, yan gelek parêzgeh dikarin bixwazin ku bibin herêm û ji bo wê jî referandûmê bixwazin. Serokê meclisa parêzgeha Besrayê Sebah Bizûnî diyar kir ku meclisê biryar da ku parêzgeh bibe herêm."

Tirkiye

Der barê têkiliyên Amerîka û Tirkiyê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Amerîkayê diyar kir ku eger Tirkiye xwe ji biryara kirîna sîstema S-400’an a Rûsyayê venekişîne, dê ew jî balafirên F-35 nede Tirikiyê. Ev gengeşiya nû bû sedema daketina nirxên lîreyê Tirkiyê. Rayedarekî Amerîkayê roja sêşemê diyar ku eger Tirkiye sîstema moşekên S-400 ji Rûsyayê bikire, ew dê hin cezayan biavêjin ser Tirkiyê."

Brîtanya

Rojnameya El-Şerq El-Ewset der barê Brexitê de wiha nivîsî: "Seroka hikûmeta Brîtanyayê Theressa May ji bo plana xwe ya vekişîna ji Yekitiya Europayê (Brexit) bide pejirandin, liv û tevgera xwe zêde kir û cara çaremîn plana xwe li parlemanê xiste dengdanê. May duh diyar kir ku ew dê ji serokên welatên Ewropayê bixwaze ku mijara vekişînê dereng bixin."