Yonca Akici ya li dijî tecrîdê çalakiya fedaî kir, hate veşartin

Cenazeyê Yonca Akici ku bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtîgeha Şakranê çalakiya fedaî kir, li navçeya Dutax a Agiriyê hate veşartin.

Yonca Akici ya li dijî tecrîdê çalakiya fedaî kir, hate veşartin
3 nîsan, 2019   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Yonca Akici ya li Girtîgeha Jinan a navçeya Şakran a Îzmîrê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anîbû, li gundê Burnîbulakê yê girêdayî navçeya Dutaxê ya Agiriyê hate veşartin. Akici, di 1’ê Nîsanê de çalakiya fedaî pêk anîbû û şehîd bûbû. Malbatê cenazeyê keça xwe Akici, ji Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê wergirt û bi balafirê birin Balafirgeha Erziromê û ji vir jî bi rêya bejahiyê birin gund.

Malbatê cenaze nîvê şevê li gundê Burnîbulakê di bin dorpêça leşkerên Tirk de li goristana gund veşart. Leşkeran tenê destûr da çend endamên malbatê ku merasîma veşartinê pêk bîne.

Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Yonca Akici li goristana gund hate veşartin.

Yonca Akici, 4 sal bû ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtî bû. Ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Jinan a Şakranê li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de bû. Akici di 29’ê Adarê de xwestibû çalakiya fedaî pêk bîne, lewre bi giranî birîndar bûbû û rakiribûn Nexweşxaneya Çiglî. Akici roja 1’ê Nîsanê jiyana xwe ji dest dabû.