Gelê Helebê: 4`ê Nîsanê rojeke nû ye ku gelê Kurd tê de doza xwe nas kir

Şêniyên ji bajarê Helebê yên ku di salên 90’î de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştine, rojbûna Ocalan a 70`yemîn pîroz kir û got ev bûyer wek zayîneke nû ji gelê Kurd re  ye û destpêka naskirin û xwedîderketina gelê Kurd li doza xwe ye.

Gelê Helebê: 4`ê Nîsanê rojeke nû ye ku gelê Kurd tê de doza xwe nas kir
3 nîsan, 2019   06:13
EHMED REŞÎD / ŞEHBA

Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 4`ê Nîsanê şêniyên taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê yên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştine, ji ajansa me re hestên xwe yên girêdayî 4`ê Nîsanê rave kirin.

Şêniyê bi navê Fexrî Şahîn di sala 1996`an de di şahiya 15`ê Tebaxê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştiye. Girêdayî hevdîtina xwe bi Ocalan re Şahîn wiha got: "Serok her tim behsa berxwedanê dikir û digot bi armanca gihandina peymanê ji gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn re derbasî Rojava bûye."

Şahîn wiha domand: "Serok li Rojhilata Navîn li ser asta Kurdistanê bi taybet guhertineke bingehîn çêkir û ji bo pêşxistina civakê xebitî. Ji ber wê doza gelê Kurd li tevahiya cîhanê deng veda."

Şahîn di dawiyê de rojbûna Ocalan pîroz kir û bang li rêxistinên hiqûqî kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê bixebitin û rewşa çalakgerên greva birçîbûnê di ber çavan re derbas bikin.

Fatme Xelîl di sala 1995`an de li taxa Şari El-Nîl a Helebê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştiye. Fatme kêliya hevdîtina bi Ocalan re wek kêliyeke bihêz bi nav kir û got: "Bi saya felsefeya Ocalan jin li Rojhilata Navîn rizgar bûn. Jin ji kesên mezlûm veguherîn fermandaran. Destkeftiyên Rojava û jinên Kurd berhemên fikrên Ocalan in."

Di dawiya gotinên xwe de Fatme destnîşan kir ku tevgera rizgariya Kurdistanê ji zindanan dest pê kir, ji ber wê gel bawer e ku tecrîd dê bi dawî bibe.

‘4`ê Nîsanê zayîneke nû ye’

Şêniyê bi navê Bekir Reşîd di salên 90’î de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li bajarê Helebê  rûniştiye.  Reşîd bal kişand ser ku tişta Ocalan ji serokên din cuda dike, fikrên wî yên azad, danûstandina wî bi gel re di hevdîtinan de û dilsoziya wî bi doza gelê Kurd re ye.

Bekir Reşîd 4`ê Nîsanê pîroz kir û hêviya azadiyê ji Ocalan re xwest û got: "Rojbûna Ocalan zayîneke nû ye û destpêka naskirina gelê Kurd ji doza xwe re ye."

(şx)

ANHA