Ji ber topbaranê 3 leşkerên Pakistanê hatin kuştin

Artêşa Pakistanê ragihand ku di encama topbarana ji aliyê di bin serweriya Hindistanê de ku ji herêma Keşmîrê hatine avêtin, 3 leşkerên wan hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

Ji ber topbaranê 3 leşkerên Pakistanê hatin kuştin
2 nîsan, 2019   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Ragihandinê ya Hêzên Çekdar ên Pakistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li herêma Ravalcot rastî topbarana ji aliyê Hindistanê ve hatine û wiha lê zêde kir: "3 leşkerên me yên qehreman dema ku bi erka xwe rabûn, jiyana xwe ji dest da."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa Pakistanê jî berisv da, lê nayê zanîn ka qurbanî li aliyê Hindistanê hene yan na.

Tê zanîn ku ji dema êrîşên Keşmîr ve ku di encamê de 40 polîsên Hindistanê di 14`ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da, alozî di navbera Pakistan û Keşmîrê de kûrtir bûye.

(eh)