Dadgeheke Tirkiyê 3 sal ceza da 2 parêzerên ji Efrînê

Artêşa Tirk a dagirker 2 parêzerên ji Efrînê revandin û ji hêla dadgeheke Tirkiyê ve 3 sal cezayê girtinê li wan hate birîn.

Dadgeheke Tirkiyê 3 sal ceza da 2 parêzerên ji Efrînê
2 nîsan, 2019   10:51
EFRÎN

Çavkaniyekî ji Efrînê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker parêzerên bi navên Hikmet Hewa û Hesen Menan bi tawana ku girêdayî rêxistineke terorê ne, revandin.

Çavkanî destnîşan kir ku her du parêzer birin Tirkiyê, li wê derê ji aliyê dadgeheke dewleta Tirk ve hatin darizandin û li her yekî 3 sal cezayê girtinê hate birîn.

(bx)