Rêveberiya Xweser 3 zarokên DAIŞ’ê radestî Rûsyayê kirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 zarokên DAIŞ‘ê yên Rûsî radestî Komîteya Parlamantoya Doma ya Rûsyayê kirin.

Rêveberiya Xweser 3 zarokên DAIŞ’ê radestî Rûsyayê kirin
Rêveberiya Xweser 3 zarokên DAIŞ’ê radestî Rûsyayê kirin
Rêveberiya Xweser 3 zarokên DAIŞ’ê radestî Rûsyayê kirin
25 adar, 2019   14:31
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi amadebûna Hevserokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer û şandeyek ji parlamantoya Rûsyayê ku ji Nelly Kosova û Marbella, du nûnerên Komîteya Doma ya Rûsyayê ya Karûbarên Hevkariya Navdewletî pêk dihat, civîneke çapemeniyê li dar xistin. Civîn li Buroya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişloyê li dar ket. Zarokên hatin radestkirin ev in; Ebdulrehman Remedan 7 salî, Meryem Remedan a 7 salî û Fatima Remedan ê 5 salî.

Li gorî nûçegihanên me, rewşa tenduristiyê ya zarokan baş e, zarok li ser daxwaza hikûmeta Rûsiyayê hatin radestkirin.

Şandeya Rûsyayê spasiya Rêveberiya Xweser kir ku zarok parastin û ew radest kirin.

Di dawiya civînê de her du aliyan belgeya radestkirinê îmze kirin.

ANHA