Li Îranê karesata lehiyê: 11 kesan jiyana xwe ji dest da

Li 10 herêmên parêzgehên Îranê bi sedema lehiya ku di encama barana dijwar de, 11 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Îranê karesata lehiyê: 11 kesan jiyana xwe ji dest da
25 adar, 2019   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber lehiyan li zêdetirî 10 parêzgehên Îranê 11 kesan jiyana xwe ji dest da. Her wiha opozîsyona welêy hikumet bi paşguhkirinê tawanbar kir.

Li gorî Rêxistina Mucahîdî Xuliq a Îranê diyar kiriye ku di demên borî de li parêzgehên Golistan û Mazenderanê lehiyeke mezin rabû û di encamê de li daristanên wan her du parêzgehan erd hizimî.

Lehiyan parêzgehên Boşehr, Azerbeycana Rojava, Xûzistan, Loristan, Kehxêloyê, Boyêr Ehmed, Faris, Hurmiz Xan, Xorasana Bakur û Xorasan Redwiyê di bin avê de hiştin.

Di vê derbarê de serokê Îranê Hesen Rûhanî, serokên hemû parêzgehan û berpirs vexwendin da ku koordîneyê bi aliyên pêwendîdar re bikin ku pêdiviyên guncaw ji bo pirsgirêkên lehiyê çareser bikin.

(fr)