Rêveberiya Xweser banga avakirina dadgeheke navdewletî ji bo girtiyên DAIŞ`ê kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navdewletî kir ku dadgeheke navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên li gel hêzên ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtî ne were avakirin.

Rêveberiya Xweser banga avakirina dadgeheke navdewletî ji bo girtiyên DAIŞ`ê kir
25 adar, 2019   13:39
GIRÊ SPÎ

Rêveberiya Xweser a Bakur der barê rewşa koçberên kampa Holê û girtiyên DAIŞ`î yên li gel QSD`ê, civîneke çapemeniyê  li dar xist. Di civînê de berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê axivî. Civîn li navenda Rêveberiya Xweser a li navçeya Eyn Îsa hat lidarxistin. Bi dehan nûnerên dezgehên çapemeniyê civîn şopand. Di civînê de rêveberiyê bang kir ku dadgeheke navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê were avakirin.

Luqman Ehmê got QSD`ê û beriya wê YPJ/YPG`ê li dijî komên cuda yên terorîst di nava çend salan de û herî dawî li Baxozê li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kir û serkfetina xwe di 23`yê Adarê de ragihand.

Luqman Ehmê destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê şerê terorê kir û li şûna tevahî mirovahiyê gelek berdêl dan, her wiha li şûna mirovahiyê şer kir û zêdetirî 11 hezar şehîd û 21 hezar birîndar dan.

Ehmê diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê metirsiyeke mezin li ser Sûriyê, tevahî herêm û cîhanê çêdikir. Gelek herêmên di bin dagirkeriya wan de hatin rûxandin û wiha dewam kir: "Ji ber kiryarên terorîstan li dijî sivîlên tevahî herêmê, destpêkê ji herêmên me heta Ewropa û tevahî cîhanê, kuştin, îşkencekirin, revandin, tecawizkirin, leşkerkirina zarokan, tirsandina şêniyên ku bi aramî dijiyan û belavbûna terorîstan, pêk hatin."

Ehmê di civîna çapemeniyê de destnîşan kir ku berpirsên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navdewletî kir ku berpirsyariya xwe der barê çeteyên terorîst ên li gel aliyên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser a Demokratîk girtî ne, pêk bînin.

Ehmê di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: "Bi taybet dewletên ku welatiyên wan di nava DAIŞ`ê de hene ku wan ji rêveberiyê bigirin. Lê mixabin tu bersiv yan jî însiyatîf der barê vê yekê de pêk nehatin.”

Luqman Ehmê bang li civaka navdewletî kir ku dadgeheke navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin û wiha got: “Ji ber ku divê dadgeh li cihê ku sûc pêk hatiye, were çêkirin û piştre li cihê ku kujer hatiye girtin, da ku bi awayekî adil û li gorî qanûnên navneteweyî werin darizandin.”  

Luqman Ehmê destnîşan kir ku ji bo edalet rola xwe bilîze û hesab ji wan kesan der barê kiryarên li dijî mirovahiyê û gelê herêmên rizgarkirî de were xwestin.

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê di dawiya civîna çapemeniyê de bang li civaka navdewletî û dewletên ku welatiyên wan di nava DAIŞ`ê de hene û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtî ne kir ku alîkariyê bidin û destekê bidin da ku dadgeheke navdewletî ku alîkarî û hevkariyê di hemû aliyên zagonî û lojîstîk de ji bo darizandina çeteyan were avakirin.

(bx)

ANHA