‘Şerê Kobanê bû bingeha rizgarkirina tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê’

Ebd Hamid El-Mehbaş da zanîn ku şerê Kobanê bû bingeha rizgarkirina tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. El-Mehbaş anî ziman ku hêja ye ku navê QSD’ê bikin hêzên aştiyê.

‘Şerê Kobanê bû bingeha rizgarkirina tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê’
23 adar, 2019   13:58

DÊRAZOR

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê  Sûriyê Ebd Hamid El-Mehbaş di merasîma ragihandina tunekirina DAIŞ`ê de axivî, serkeftin pîroz kir û wiha got: “Ev roj ji bo gelê Sûriyê û tevahiya cîhanê rojeke dîrokî ye. Wê dîrok van kêliyan bi tîpên zêrîn binivîse ku ew jî ragihandina serkeftinê û rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê bû.”

El-Mehbaş wiha got: “Hêzên Sûriya Demokratîk erka xwe bi awayekî serkeftî bi cih anî.  Ev hêzên hêja ne ku em wan wek hêzên aştî û mirovahiyê bi nav bikin.”

El-Mebhaş da zanîn ku DAIŞ`ê erdnîgariyeke berfireh ji axa Sûriyê ji Reqa, Tebqa, Girê Spî û heta sînorê Şamê li kampa Yermûk, herêmên nêzî Siwêdayê û sînorê bi Tirkiyê re kontrol kirin û wekî nexweşiya penceşêrê belav bû û wiha dewam kir: “Lê dermanê vê nexweşiyê li Kobanê dest pê kir. Şervanên YPG û YPJ`ê dest bi şerê pêşîgirtina berfirehbûna terorê kir.”

El-Mehbaş di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Rêveberiyên Xweser û sivîl li hemû herêmên rizgarkirî hatin avakirin. Ev rêveberî bûn bersiv ji pêvajoyê re û destek da şêniyan û tevî derfetên kêm pêwîstiyên koçerban bi cih anîn.”

(kc)

ANHA