Şêniyên Kobanê: Têkçûna DAIŞ’ê Newrozek nû ye

Şêniyên bajarê Kobanê diyar kirin ku têkçûna DAIŞ`ê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Newrozek nû ye û wiha gotin: “Em ê Newrozê bi moralek bilind pîroz bikin.”

Şêniyên Kobanê: Têkçûna DAIŞ’ê Newrozek nû ye
18 adar, 2019   06:59

HÊZA HESEN-EBDULSELAM KERMAN/KOBANÊ

Bi nêzîkbûna cejna Newrozê û têkçûna DAIŞ’ê, şêniyên Kobanê keyfxweşiya xwe ji ajansa me re vegotin.

Şêniya bi navê Gulistan Cuma got: "Bajarê Kobanê di nav ewlehî û aramiyê de ye û ji tevahiya aliyên jiyanî ve pêş dikeve. Pêwîstiya me bi tiştekî din tune ye. Em bi serketinên QSD’ê û têkçûna DAIŞ’ê pir keyfxweşin.”

Ciwanê bi navê Mistefa Mixtar destnîşan kir ku ew bi rasthatina Newrozê û têkçûna DAIŞ’ê li ser destê QSD’ê pir keyfxweşin.

Mixtar tekez kir ku şêniyên herêmê piştî têkçûna DAIŞ`ê bi aramiyek mezin dihesin û jiyana xwe ya asayî berdewam dikin.

Roja 21`ê Adarê Cejna Newrozê ye, gelê Kurd her sal wek sersala Kurdî vê rojê pîroz dikin.

 Kîlo tekez kir ku bi saya YPG û YPJ`ê gelê herêmê ji DAIŞ’ê rizgar bû û jiyana xwe bi azadî didomînin.

Şêniyê bi navê Mihemed Ehmed spasiya her kesekî ku di têkçûna DAIŞ`ê de ked daye kir û wiha got: “Serkeftina me ya li dijî DAIŞ’ê li zora Tirkiyê diçe. Ji ber wê jî hewil dide ku aramiya herêmê xirab bike.”

Ehmed tekez kir ku divê cîhan êrîşên ku herêmê dikin hedef rawestînin û bang li partiyên siyasî kir ku yekrêziya xwe li hember her êrîşekê li dijî nirxên gelê Kurd ava bikin.

(şx)

ANHA