Li Reqayê ji bo bîranîna têkoşer Umer Elûş pêşengeha gulan hat vekirin

Şaredariya Gel a Reqayê bi dirûşmeya `Şehîd rêberên me yên manewî ne`,  pêşengeha gulan ji bo bîranîna şehîdê mirovahiyê û biratiya gelan Umer Elûş vekir.

15 adar, 2019   15:31

REQA

Şêniyên bajarê Reqayê şehîd Umer Elûş di salvegera şehadeta wî ya yekemîn de bi rêzeçalakiyan bi bîr tînin.

Şaredariya Gel a Reqayê merasîma bîranînê bi vekirina pêşengeha gulan organize kir. Endamên saziyên sivîl, Meclisa Sivîl a Reqayê tevî bi deha şêniyên bajêr beşdarî merasîma bîranînê  ya ku li parka El-Reşîd hat lidarxistin, bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, paşê hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed El-Ibrahîm axivî. El-Ibrahîm qala rola pêşeng a şehîd Umer Elûş di rûniştandina giyana biratiyê li herêmê û danîna zemîna avakirina Meclisa Sivîl a Reqayê kir.

Ehmed El-Ibrahîm soz da dayîkên, hevser û zarokên şehîdan ku ew ê hertim şopdarên rêya şehîdan bin.

Piştre deriyê pêşengehê ji aliyê hevseroka Şaredariya Gel a Reqayê Senaa El-Şiblî ve hate vekirin. Beşdar di nava pêşangehê de geriyan.

 (şx)

ANHA

.