DYA alîkariya ji bo Koalîsyona Erebî qut dike

Civata Senatoran a kongreya DYA’yê bernivîsa ser qutkirina piştgiriya ji bo koalîsyona bi pêşengiya Erebistana Siûdî ya li Yemenê şer dike, pejirand.

DYA alîkariya ji bo Koalîsyona Erebî qut dike
14 adar, 2019   09:45

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Bernivîs li dijî 46 dengan bi 53 dengan hat qebûlkirin. Pisporên sîyaseta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) didin zanîn ku pejirandina bernivîsa li dijî Erebistana Siûdî ji bo sîyaseta serok Donald Trump ku piştgiriya Rîyadê dike, darbeyek e.

Trump diyar kiribû ku heke kongre bernivîsê bipejirîne jî ew ê red bike.

DYA piştgiriya lojîstîk û îstixbaratê dide koalîsyona bi pêşengiya Erebistana Siûdî ya erebî. Di bernivîsê de tê xwestin ku artêşa DYA’yê heta 30 rojan bi temamî ji şerê Yemenê vekişe.