`QSD`ê soza xwe anî cih`

Di mersîma oxirkirina şehîd Reşad Elo de şêniyan tekez kir ku QSD`ê soza xwe anî cih û soza şopandina rêya şehîdan dan.

`QSD`ê soza xwe anî cih`
`QSD`ê soza xwe anî cih`
`QSD`ê soza xwe anî cih`
`QSD`ê soza xwe anî cih`
`QSD`ê soza xwe anî cih`
`QSD`ê soza xwe anî cih`
13 adar, 2019   16:59

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbesiyê ya kantona Hesekê îro cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Reşad Elo yê ku dema li ser erka xwe bû li Zirganê şehîd bûbû, li Goristana Rustem Cûdî oxir kirin.

Şêniyên navçeyên Serêkaniyê û Zirganê li ber Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê kom bûn û piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi kerwanekî wesîyetan ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ve ketin rê. Li goristanê şêniyên navçeya Dirbesiyê kerwana şehîd pêşwazî kirin.

Di goristanê de merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve destpê kir. Paşê bi navê Meclisa bajarokê Zirgan Fewaz Hamid axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Hamid destnîşan kir ku QSD`ê soza ku daye di rizgarkirina tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji terorê, aniye cih. Hamid destnîşan kir ku ew ê  rêya şehîdan heya pêkanîna armancên wan bişopînin.

Yek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn fermendar Ehmed Meimî got: "Di kesayeta şehîd Reşad Elo em tevahiya şehîdên ku ji bo parastina welat û gelê xwe canê xwe feda kirine, bi bîr tînin. Şehîd Reşad ji canê xwe pirek ava kir da ku em derbasî azadiyê bibin."

Piştî bidawîbûna axaftinan mamosteyê zimanê Kurdî Elî Ferhan bawernameya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Girseya gel cenazeyê şehîd Reşad Elo li Goristana Şehîd Rustem Cûdî a li gundê Berkevirê spartin axê.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(şx)

ANHA