Piştî azadbûnê hemû roj jê re bûn 8’ê Adarê

“Hûn gelekî dereng man…” Ev gotina Meryem El-Ebwe ye ku şervanên QSD`ê piştî ku ew ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir, gotibû. Vê gotinê gelekî deng veda. Xwediya vê gotinê niha hewl dide xwe bi pêş bixe û ji bo azadiya jinan dixebite.

Piştî azadbûnê hemû roj jê re bûn 8’ê Adarê
5 adar, 2019   07:03

EMÎNE EL-ELÎ / REQA

Kesek nema ku dîmenên jina bi navê Meyem El-Ebwe ya ji Reqayê ku piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ`ê ji hêla QSD`ê ve nedît. Tê de ji şervanan re dibêje “Hûn gelekî dereng man, em kuştin û em zilamandin lê em spasiya we dikin ji ber ku we em xilas kirin.”

Jinan di dema serweriya çeteyên DAIŞ`ê li bajarê Reqayê de gelek azar kişandin û ji mafên xwe yên herî basît jî bê par man. Her wiha binpêkirinên dermirovî û bêexlaqî der heqê wan de pêk hatin.

Meryem El-Ebwe ji şêniyên bajarê Reqayê ye û xwediya wê gotinê ye. Meryem mîna bi hezaran jinên Reqayê rojên tarî di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de derbas kirin. Lê piştî rizgarkirinê ji hêla QSD`ê ve, soza rizgarkirina tevahiya jinan ji bindestî û zilmê dide. Niha roleke pêşeng di xebatên avakirinê yên jinan de dilîze.

Meryem ji ajansa me re azarên xwe yên di dema serweriya DAIŞ`ê de li herêmê û çawa dixebite da ku soza xwe di rizgarkirina tevahiya jinan de pêk bîne, vegotin: "Jin di dema DAIŞ`ê de ji mafên xwe bê par man û bi darê zorê cilên reş li xwe kirin, jin dihatin  zewicandin û di nav malê de diman."

Meryem wiha domand: "Bi saya QSD`ê em niha di nav azadiyê de ne. Guhertinên ku di kesayeta jinên Reqayê de hatin kirin, ji tevahiya cîhanê re xuya bûn. Jinên Reqayê ji bo jiyaneke tijî vîn û hêz bû rêveber, fermandar û rojnamevan û cîhanê vîna jinan nas kir."

Girêdayî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Meryem wiha got: "Ji destpêka rizgarkirina me ji hêla QSD`ê ve, ji bo me her roj bûye 8`ê Adarê."

Di dawiyê de Meryem El-Ebwe berxwedana greva birçîbûnê ya parlamenter Leyla Guven silav kir û soza şopandina rêya wan heya bidestxistina azadiyê da.

(şx)

ANHA