Malbatên şehîdên Serzorê: Xewna zarokên me pêk hat

Di şerên li dijî DAIŞ`ê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ciwanên herêmê destanên efsanewî ji bo tunekirina çeteyan nivîsandin û canê xwe feda kirin. Malbatên şehîdan bi nêzîkbûna bidawîbûna DAIŞ`ê re dibêjin, xewna zarokên wan pêk tê.

Malbatên şehîdên Serzorê: Xewna zarokên me pêk hat
5 adar, 2019   06:54

DÎCLE EHMED - ŞÊRÎN MUHYEDÎN / KOBANÎ

Di 16`ê Îlona 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê dest bi êrîşên xwe li ser bajarê Kobanê kir. Di wan şeran de 13 şervanên YPG û YPJ`ê li dibistana Serzorê li ber xwe da. Kobanê piştî berxwedana 134 rojan li hember çerteyan bi ser ket.

Dema çeteyan bi tankan êrîşî dibistana Serzorê kir, 13 şervanên ku tê de bûn, heya kêliya dawiyê li ber xwe da û gihaştin asta şehadetê. Ew destan û bi dehan mîna wê, xeta şerê li dijî DAIŞ`ê guhert û bingeha têkbirina DAIŞ`ê danî.

Malbatên şehîdên destana Serzorê dibêjin ku bi saya fedakariyên zarokên wan DAIŞ`ê têk çû. Her wiha tekez kir ku xewna zarokên wan di tunekirina DAIŞ`ê de pêk tê.

Dayika têkoşer Peyman Tolhildan Rebîa Bekî kêfxweşiya xwe bi tunekirina DAIŞ`ê anî ziman û tekez kir ki xewna keça wê û tevahiya şehîdên ku li hember DAIŞ`ê şehîd bûne, pêk tê.

Rabîa Bekî wiha domand: "Rojên gelek dijwar di ser şêniyên Kobanê re derbas bûn. Bêyî berxwedana dibistana Serzorê, vegera me ne pêkan bû û me nikarî bi azadî bijîn. Çalakiya fedayî ya keça min û hevalên wê bingeha bidawîkirina DAIŞ`ê û tolhildana jinên Şengalê danîn."

Rabîa Bekî gotinên keç û hevalên wê bi rêya qebdeyê bi bîr xistin: "Peyman û hevalên wê beriya ku çalakiyê bikin, bang li çeteyan kir û got em nahêlin hûn xaka me ya pak qirêjî bikin û em ê bedenên xwe li hember tank û çekên we bikin mertal."

Dema tankên çeteyan ber bi dibistanê ve ku 13 hevalan xwe lê asê kiribû dihatin, şervan bi rêya qebdeyê bang li fermendaran kir û wiha got: "Me bibexşînin, lê em paşde venegerin, em nahêlin DAIŞ`ê derbasî bajarê me bibe."

Bavê têkoşer Bawer Efrîn Elî Kurdhedeh kêfxweşiya xwe bi rizgarkirina Sûriyê ji DAIŞ`ê rave kir. Apê Elî wiha got: "Xewna DAIŞ`ê di dagirkirina xaka Sûriyê de bi dawî bû. Em van serkeftinên mezin ên QSD`ê pîroz dikin. Bi saya şervanên ku canê xwe feda kirine, mîna berxwedana Serzorê DAIŞ`ê têk çû."

Li Kobanê ne tenê destana Serzorê şahida çîrokên berxwedan û efsaneyên destanî yên ciwanên herêmê yên li hember DAIŞ`ê ye. Her gundek, girek û taxek çîroka şervanên ku bi xwîna xwe xaka welat av daye, vedibêje.

(şx)

ANHA