‘Divê dewletên cîhanê hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î wergirin’

Şêniyên kantona Qamişlo bang li aliyên têkildar û navdewletî kir da ku bi erkên xwe li hember hemwelatiyên xwe yên endamên DAIŞ`ê ku li gel QSD`ê ne, rabin.

‘Divê dewletên cîhanê hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î wergirin’
5 adar, 2019   06:23

EHMED MIHEMED / NAVENDA NÛÇEYAN

Têkoşîna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet bajar û bajarokên Rojava, karî timayên komên çete pûç bike. Lê mîna herêmên din ên Sûriyê para xwe ji azar û wêranbûnê li ser destê komên çete yên çekdar ên cuda girt ji sala 2012`an heya roja me ya îro.

Heya niha têkoşîna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê berdewam e. Bi nêzîkbûna tunebûna DAIŞ`ê li gundê Baxozê li gundewarên Dêrazorê re, hejmara çeteyên DAIŞ`ê di destê QSD`ê de zêde dibe. Hinek ji wan di şeran de hatine girtin û hinekan jî xwe radestî hêzê kir. Di nav de malbatên çeteyan ên ku di vê dawiyê de li kampa Holê di beşeke taybet de di nav girtekên ewlekariyê de hatine ragirtin.

Wê jî barê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk zêde kir, di nav bêdengiya navdewletî li hember wan çeteyan û malbatên wan ên biyanî de ku xetereyekê li ser herêmê çêdikin. Girêdayî vê mijarê û hebûna çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan di nav kamp û girtîgehên Bakurê Sûriyê de, jina bi navê Semîre Mihemed (50) a ji taxa Kornîş wiha got: "Divê ew çete vegerin welatên xwe û divê dewlet bi erkên xwe li hemberî hemwelatiyên xwe rabin."

Semîre wiha domand: "Bêdengiya navdewletî li hember çeteyan, îsbat dike ku ew bi kirinên wan razî ne. Eger wergirtina hemwelatiyên xwe red dikin, divê desteka aborî û lojîstîk ji herêmê re pêşkêş bikin. Divê werin herêmên me û tev li dadgehkirina hemwelatiyên xwe ji çeteyên DAIŞ`ê di dadgehên pispor de li Rojava bibin."

Şêniyê bi navê Ebdulbaqî Ibrahîm (38) xwediyê dikanekê li taxa El-Xerbî ya bajarê Qamişlo, bang li civaka navdewletî kir ku bi erka xwe li hember girtiyên li gel QSD`ê rabe. Ibrahîm destnîşan kir ku divê dewletên rojavayî ji bo avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê û vedîtina şêwazekê ji bo vegera çeteyên biyanî û malbatên wan ji warên xwe re, bi Rêveberiya Xweser re di nav têkiliyan de bin.

Di van demên dawîn de bi sedan ji çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî xwe radestî QSD`ê kir, bi taybet piştî ku li gundê Baxozê yê biçûk li rojhilatê Dêrazorê hatin dorpêçkirin. Tevî wê jî zêdetirî 9 hezar kes ji malbatên DAIŞ`ê ji Sûriye, Iraq û nasnameyên cuda xwe spart herêmê û li kampa Holê rojhilatê navenda kantona Hesekê bi 45 km, di beşeke taybet de têne ragirtin.

Xwediyê dikana boyaxê yê ji şêniyên taxa El-Xerbî ya kantona Qamişlo Teysîr Elî (40) bang li Rêveberiya Xweser kir ku wan çeteyan radestî welatên wan bike. Her wiha bang li dewletên Ewropayê kir ku xetereya hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î ji herêmên wan dûr bixe û wan bibe.

Elî ji ajansa me re destnîşan kir ku divê QSD ji wan malbatan hişyar be da ku careke din belav nebin û ji kampên ku ji wan re hatine diyarkirin, nerevin.

Elî destnîşan kir ku tevî wê jî şêniyên kantona Qamişlo bi çavê merhemetê û mirovahiyê li wan çeteyan dinêrin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD`ê çend caran bang li dewletên cîhanê kir da ku çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan wergirin, lê heya niha tu gavek di vî warî de nehatiye avêtin.

(şx)

ANHA