Deste û buroyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civiyan

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Koordînasyona Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya.

Deste û buroyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civiyan
4 adar, 2019   20:13

GIRÊ SPÎ

Civîn li avahiya Rêveberiya Xweser a Navçeya Eyn Îsayê bi beşdarbûna Hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid û cîgira wê Rojhilat Arif û serokên deste û buroyên jin ên rêveberiyên xweser û meclisên sivîl hat lidarxistin.

Civîn bi xwendina raporên deste û buroyên jinan destpê kir. Paşê jî beşdaran pêşniyarên xwe ji bo pêşxisitna kar anîn ziman.

Li gorî di rapora de hatin destnîşakirin, rêzeçalakiyên bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hatin lidarxistin, hatin rêzkirin, her wiha hejmara endaman hate zêdekirin.

Meclisa Rêveber daxwaz ji nûnerên desteyan kir ku valahiyên di rêveberiyê de bêne dagirkirin. Her wiha biryar girt ku dewreyên perwerde yên bîrdozî ji bo hemû endamên deste û buroyên rêveberiyê re werin vekirin ku her kes karibe karê xwe baştir dewam bike.

Di dawiyê de biryar hate giritn ku sibe daxuyaniyek bi navê Koordînasyona Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Roja Cîhanê were dayîn.

ANHA