Li Minbicê şaneyeke terorê hate girtin

Navenda Ragihandina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku, Hêzên Antî Terorê şaneyeke terorê girt ku li xwe mukir hatine bi hin komên çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk li herêma "Diri El-Furat" dixebitin, da ku çalakiyên terorîstane li Minbicê Pêk bînin.

Li Minbicê şaneyeke terorê hate girtin
3 adar, 2019   11:18

MINBIC

Navenda Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û ragihand ku şaneyek terorîst ya amadekariyên teqînan di hundirê Minbicê dikir, girtiye.

Daxuyanî wiha ye:

"Ligel bûyerên ku di demên dawîn de rû dane, yên ku girêdayî rewşa ewlehî û aramiyê di hundirê Minbicê de û bi tevliheviyên ku komên Diri El-Furat li ser xeta di navbera wan û hêzên me de çêdikin, van koman ewlehiya bajarê Minbicê û jiyana hevbeş bi rêya hin kesayetên sîxur,  dixwazin kiryar û sûcên terorî li dijî welatiyên xwe pêk bînin.

Bi pêngava tunekirina terorê de, şaneyeke ku li xwe mukir hat bi hin komên girêdayî herêma Diri El-Furat re dixebite hate girtin, endamên şaneyê beramberî her karekî rterorê pere ji wan komên çete werdigirtin.

Têkilî mijarê, Yekîneyên Antî Terorê di encama lêkolînin demdirêj de, ev kom şopandin û cihên wan nas kirin.

Piştî şopandin û lêgerîna Yekîniyên Antî Terorê, hate kifişkirin ku van şaneyên fermandarên leşkerî yên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, kiribûn hedefên xwe.

Di encama lêpirsîn û lêkolînê de cihên van koman her wiha cihê teqemeniyên ku dê bikar bînin hate naskirin.

Navên 3 endamên terorîst wiha ne:

Serokê şaneyê:

1-serokê şaneyê:Abdulhenan Elî Ehmed

Nasnav: Ebû Elî

Temne45 salî

Erk: Teqandina mayînan û kuştina fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi rêya hin kesayetan.

Hevparê şaneyê: Abduletîf Mihemed Mela

Nasnav: Ebû Cemal

Temen: 40 salî

Erk : veşartina teqemeniyan û dabanceyên bêdeng.

3-Hevparê şaneyê: Mihemed Xelef Silêman El-Celî

Temen: 71 salî

Kar : di çandiyê de dixebite

Alavên ku li gel wan bûn ev in:

-Dabançeyk bêdeng

-6 mayîn û tev hemû alavên wê û rîmot kontrol.

Her wiha ligel wan jî planek altarnatîf hebû û ew jî xistina jehrê di xawrinê de.

Yekîneya Antî Terorê yên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji bo tunekirina rayên terorê xebatên xwe didomînin.

(fr)

ANHA