Jinên herêma Firatê banga bilindkirina asta têkoşînê kir

Rêxistinên jinan ên herêma Firatê diyar kir ku jin ji sala 1857’an ve şerê zîhniyeta pergala serdestiya mêran dikin ku niha DAIŞ pêşengiya wê dike û cara yekê jin bi awayekî birêxistinkirî li New Yorkê li dijî zilm û zordariyê sekinîn.    

Jinên herêma Firatê banga bilindkirina asta têkoşînê kir
1 adar, 2019   12:42

KOBANÊ

Bi dehan jinên herêma Firatê ji bo 8`ê Adarê li Qada Jina Azad a bajêr kom bûn û daxuyaniyeke nivîskî da. Endamên Kongreya Star, jinên di nava partiyên siyasî de yên herêma Firatê, Meclisa Jinên Sûriyê û jinên MLKP`ê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona KongreyaStar a bajarê Kobanê Zozan Bozo ve hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de jinan berxwedana Leyla Guven û hemû jinên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya gelên herêmê tê dikoşin, silav kir.

Her wiha hat diyarkirin ku greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Leyla Guven ji bo bidawîkirina tecrîda ji aliyê hikumeta Tirk ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “hevrêyê yekem ê jinan” tê ferzkirin, bişikînin, ev yek jî dilsoziya jinan bi Ocalan re diyar dike ku ji bo azadiya wan tê dikoşe.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erka tevahî jinan e, jin dê bê teredut ji bo azadiya rêberê xwe her tiştî feda bikin, ji ber ku bi saya fikr û felsefeya wî jin dikarin rastiya xwe nas bikin, rola xwe di nava şoreşa Rojava de bilîzin û bi hêzeke pir mezin ji bo rizgarkirina xak û gelê xwe li ber xwe didin û di hemû aliyan de gelek destkftî bi dest xistine.

Her wiha di daxuyaniyê de li ser aloziya Sûriyê û tiştê ku jinan di rêya şoreşê de pêşkêş kirin wiha hate gotin: "Ev 7 sal e û ji destpêka aloziya Sûriyê ve, jin têkoşînê dikin û bi îradeya xwe li ber xwe didin û jinan îsbat kir ku jin dikarin hêzên tarî bişikînin, mînaka herî berbiçav Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) e, mînakên mîna Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û Rêvana ye.

Di demeke nêz de dê serkeftina têkçûna DAIŞ`ê bê ragihandin, ew hêza tarî ku tirs xiste nava dilê hemû kesî, xetere li ser mirovahiyê çêkir, komkujî der heqê sivîlan de pêk anî, bi taybet jinan û zarokan, îro em dibînin ku bidawîbûna wan li ser destê YPJ`ê û YPG`ê ye, bi vê yekê jinên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê wan li şûna mirovahiyê şerê DAIŞ`ê kir, ew ji tekoşîna jinan ku di sala 1857`an dema ku derketin kolanên New Yorkê û zilma li ser xwe red kirin û daxwaza pêkanîna edaletê û azadiyê heta roja me ya îro dike.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em wek tevgera jinan, divê em têkoşîna xwe bilindtir bikin da ku azadiya Ocalan û hemû gelên bindest pêk were û em hemû rojên xwe bikin 8`ê Adarê.”

(bx-jo)

ANHA