Şehîdê Ceyş El-Siwar Idlibî bi merasîmekê hate veşartin

Şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Ceyş El-Siwar Abdullah El-Seyîd (Idlibî) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû li goristana şehîdan a Minbicê veşartin.

Şehîdê Ceyş El-Siwar Idlibî bi merasîmekê hate veşartin
Şehîdê Ceyş El-Siwar Idlibî bi merasîmekê hate veşartin
Şehîdê Ceyş El-Siwar Idlibî bi merasîmekê hate veşartin
Şehîdê Ceyş El-Siwar Idlibî bi merasîmekê hate veşartin
Şehîdê Ceyş El-Siwar Idlibî bi merasîmekê hate veşartin
Şehîdê Ceyş El-Siwar Idlibî bi merasîmekê hate veşartin
Şehîdê Ceyş El-Siwar Idlibî bi merasîmekê hate veşartin
Şehîdê Ceyş El-Siwar Idlibî bi merasîmekê hate veşartin
23 sibat, 2019   16:56

MINBIC

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê ku wêneyên şehîd, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û Ceyş El-Siwar hildabûn, cenazeyê şehîd Idlibî ji nexweşxaneya Firat a bajarê Minbicê wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristana şehîdan ve bi rê ketin.

Li goristanê, şervanên Hêzên Erka Xweparastinê merasîma leşkerî li dar xistin. Bi navê Ceyş El-Siwar fermandar Ceyş El-Siwar Dilşêr Idlibî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got "Heq her tim wê bi serkeve û tu carî namire."

Dilşêr soza şopandina rêya şehîdan da.

Ji fermandarên Tûgeya Şemal Demokratî Mehmûd Hebîb jî axivî û ev tişt got: "Em bejna xwe li ber giyanên şehîdên ku bi xwîna xwe herêm ji terorê rizgar kirine, ditewînin. Tinekirina çeteyên DAIŞ‘ê li ser xakekê nayê wateya bidawîbûna DAIŞ‘ê, pêvajoya li pêşiya me wê li dijî şandeyê veşartî yên terorîstan be."

Di merasîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima Dîbai axivî û got: "Şehadet îsrara me ya domandina xeta têkoşînê zêde dike, hêzên me li dijî çeteyên DAIŞ‘ê û dijminan şerekî mezin dane meşandin û îro encamên vê şerî bi serkeftinan bi destdixin."

Her wiha bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeya Farûq El-Maşî axivî û ev tişt anî ziman: "Xaka Minbicê îro kurekî Idlibê hembêz dike. Şehîd Abdullah li gelek herêmên Sûriyeya şerê terorê kir û di Şerê Tinekirina Terorê de gihişt asta şehadetê. Ev yek diyar dike ku gelê Sûriyê li kuderê be gel û xaka we diparêze."

Her wiha bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê rêvebera Komîteya Şaredariyan Nîroz Şihab axivî û hemû şehîdên têkoşîna azadiya bi bîr anî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Henadî Mihemed nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd Idlibî di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hate definkirn.

ANHA