SZK‘ê bawername li xwendekaran belav kirin

Saziya Zimanê Kurdî (SZK)ya bajarê Serêkaniyê bi şahiyekî Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê pîroz kir û bawernameyên Zimanê Kurdî li xwendekarên asta yekemîn hatin belavkirin.

SZK‘ê bawername li xwendekaran belav kirin
SZK‘ê bawername li xwendekaran belav kirin
SZK‘ê bawername li xwendekaran belav kirin
SZK‘ê bawername li xwendekaran belav kirin
SZK‘ê bawername li xwendekaran belav kirin
SZK‘ê bawername li xwendekaran belav kirin
21 sibat, 2019   15:09

HESEKÊ

Bi boneya 21‘ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê Saziya Zimanê Kurdî ya bajarê Serêkaniyê ya kantona Hesekê şahiyek li Gerendetiya Perwerde û Fêrkirê ya bajêr lidar xist.

Xwendekar û mamosteyên bajêr tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de cîgerê hevserokê Meclisa bajarê Serêkaniyê Can Yaqûp û Rêverberê Yekîtiya Mamosteyan Mihemed Berkel axivîn û Roja Zimanê Dayikê li hemû gelan pîroz kirin.

Di axaftinan de hate  gotin ku ziman nasnameya gelan e, ji bo parastina zimanê Kurdî  gelek kesan têkoşîneke bêhempa nîşanda dan.

Kesên axivîne teqezî li ser girîngiya parastina ziman kirin û gotin zimanê resen bingehê avakirin û perwerdekirina nifşan e.

Piştre rêveberên saziyê bi spasnameyekê ji aliyê Komîteya Perwerdeyê ve hatin xelatkirin. Rêveberên saziyê spasiya komîteyê kirin û soza pêşxistina zimanê dayikê yê Kurdî dan.

Her wiha Saziya Zimanê Kurdî bawernameyên zimanê Kurdî li 21 xwendekarên asta yekemîn belav kirin.

Şahî bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

ANHA