PDK‘ê nehişt ciwanên Başûr derbasî Rojava bibin da beşdarî konferansê bibin

Hikûmeta herêma Kurdistanê rê neda ciwanên Başûrê Kurdistanê ku derbasî Rojava bibin da ku beşdarî Konferansa Duyemîn a Ciwanên Rojhilata Navîn bibin. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li ber Deriyê Sêmalkayê kom bûn û daxuyanî dan.

PDK‘ê nehişt ciwanên Başûr derbasî Rojava bibin da beşdarî konferansê bibin
18 sibat, 2019   17:50

QAMIŞLO

Tê payîn ku Konferansa Duyemîn ya Ciwanên Rojhilata Navîn di 20‘ê Sibatê de li bajarê Kobanê were lidarxistin. Ji herêma Başûrê Kurdistanê îro 30 endam xwestin derbasî Rojava bibin, lê li Deriyê sînorê Sêmalkaiyê ji aliyê hikûmeta herêmê ve hatin astengkirin.

Li ser vê yekê bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyayê li Deriyê Sêmalkayê kom bûn û daxuyaniyek protestoyî dan.

Daxuyanî ji aliyê Rêvebira Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Arjîn Melek ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Wekî ciwanên Rojhilata Navîn ji beriya 6 mehan ve em amadekariyên lidarxistina Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn dikin, ku tê payîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were lidarxistin, ji ber ku navenda şoreş û serkeftina îradeya gelan e.  Konferans dê 20‘ê Sibatê bi armanca yekîtiya vîna ciwanan li hemberî êrîş û zihniyeta faşîmê, were lidarxistin.

Pêngava Serî Hildin a li hemberî dîktatoriyê bi taybet li Rojhilata Navîn berdewam e. Bi însyatîfa Ciwanên  Bakur û Rojhilata em bi hemû rêxistinên ciwanan re di nava têkiliyan de ne da ku Konferansa xwe ya Duyemîn li dar bixin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê bi serkêşiya PDK‘ê ku xizmeta ejnîdeyên Tirkiyê dike, li hemberî îradeya gelan disekine, îro careke din îsbat kir ku yekîtiya refa Kurdî asteng dike.

Heger hikûmeta herêma Kurdistanê derbasbûna ciwanên Başûr asteng bike jî em ê konferansa xwe li dar bixin, ji ber dewletên dîktator armancên wan yekîtiya ciwanan asteng bikin e."

Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmeyên şermezarkirina PDK‘ê hatin berzkirin.

ANHA