Şehîdên Tebqayê yên meha Sibatê hatin bi bîranîn

Welatiyên herêma Tebqayê bi merasîmekê şehîdên xwe yên meha Sibatê bi bîr anîn.

Şehîdên Tebqayê yên meha Sibatê hatin bi bîranîn
Şehîdên Tebqayê yên meha Sibatê hatin bi bîranîn
Şehîdên Tebqayê yên meha Sibatê hatin bi bîranîn
Şehîdên Tebqayê yên meha Sibatê hatin bi bîranîn
Şehîdên Tebqayê yên meha Sibatê hatin bi bîranîn
18 sibat, 2019   16:31

TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan bi armanca bîranîna şehîdên meha Sibatê merasîmeke li navenda Çand û Hunerê li dar xist. Cihê merasîmê bi wêneyên şehîdan hatibûn xemilandin. Bi dehan şêniyên herêmê, şervanên QSD, Hêzên Ewelkariya Hundirîn, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bîranînê bûn.

Şehîdên Sibatê yên herêma Tebqayê ev in:  Ûsama Ebdulqewî (Ebû Mihemed), Hisên Sewas (Hisên), Mihemed El-Hemed (Mihemed), Mihemed Eclan (Mihemed), Ebdulsemed El-Hemed (Ebdulsemed), Silêman Ziyab (Silêman), Samir Hemada (Samir), Îbrahîm Selama (Îbrahîm Tebqa), Ebdulxaliq El-Rezaq (Gîvara), Mahir El-Weys (Mahir), Ehmed Esed (Ehmed Şawî) û Diyaa Salim (Diyaa).

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Paşê dayikên şehîdan li ber wêneyên zarên xwe yên şehîd fend vêxistin.

Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Emîna Ebdurezaq axivî, cangoriyên azadiyê bi bîr anî û got: "Rêya me tenê li vir nasekine, rêya me dirêj e ji ber ku bi xwîna şehîdan hatiye xêzkirin, divê em di rêya wan de bimeşin ta armancên wan pêk bînin."

Bi navê QSD‘ê, rêveberê Buroya Têkiliyên Giştî Mustefa Mehmûd axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Di merasîmê de, Hevseroka Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Asya Xerbî axivî û wiha got: "Salek li ser şehadeta we derbas bû, hûn her tim di dil û mejiyê me de ne. We bi xwîna xwe toz û gemara salan rakir, em soz dikin ku em ê wefedar bin û destkeftiyan biparêzin."

Di merasîmê de, kurtefîlmek li ser jiyana têkoşeran di qadên şer de hate pêşandan.

Di dawiyê de dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

ANHA