Li Reqayê çalakiyên 8‘ê Adarê dest pê kirin

Li herêma Reqayê çalakiyên 8‘ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan bi dirûşmeya "Bi berxwedana jin, jiyan geş dibe û teror tine dibe" dest pê kirin.

Li Reqayê çalakiyên 8‘ê Adarê dest pê kirin
18 sibat, 2019   16:04

REQA

Rêveberiya Jin a bajarê Reqayê çalakiya yekemîn a 8‘ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan ragihand.

Çalakiyên 8‘ê Adarê bi şahiyekê li herêma Hizêmê ya bakurê bajêr dest pê kir. Konê şahiyê bi alavên kevin ên ji berhemên jinên Reqayê hatibû xemilandin. Bi dehan jinên herêmê, endamên saziyên sivîl, meclisên herêmî ku cih û bergên xwe yên filklorî li xwe kirbûn beşdarî şahiyê bûn.

Rêvebira Rêveberiya Jin a Reqayê Xaliya Kecwan bi vê munasebetê daxuyanî xwend.

Xaliya rasthatina 8‘ê Adarê li tevahî jinên cîhanê, şehîdên têkoşîna azadiyê û jinên Sûriyê pîroz kir û destnîşan kir jin di dîrokê de rastî her cure şîdet û îsîsmarkirin ji aliyê zihniyeta baviksalarî ve hat û cewherê wê yê rast hate reşkirin.

Xaliya anî ziman ku jinên Sûriyê herî zêde para xwe ji şîdeta fîzîkî û manewî wergirt, lê tevî vê yekê jinên Sûriyeyê li ber xwe dan û wiha domand: "Jinên Bakurê Sûriyê 8‘ê Adarê esas girtin û li ser wê têkoşîna xwe di her qadan de, siyasî, civakî, leşkerî de pêk anîn û bûne pêşeng û ji jinên Sûriyeyê re bûne mînakên qehremantiyê."

Xaliya Kecwan daxuyanî wiha bi dawî kir: "Bi vê munasebeta cîhanê, Rêveberiya Jin ji 18‘ê Sibata 2019‘an bi dirûşmeya ‘Bi berxwedana jin, jiyan geş dibe û teror tine dibe‘ çalakiyê xwe destpê dike û dê heta 8‘ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan dewam bikin."

ANHA