Hestiyên 8 şehîdan veguhestin Goristana Şehîdan a Minbicê

Hestiyên 8 şervanên ku di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de şehîd bibûn û li deverên cuda hatibûn veşartin, îro bi merasîmekê veguhestin Goristana Şehîdan a Minbicê.

Hestiyên 8 şehîdan veguhestin Goristana Şehîdan a Minbicê
Hestiyên 8 şehîdan veguhestin Goristana Şehîdan a Minbicê
Hestiyên 8 şehîdan veguhestin Goristana Şehîdan a Minbicê
Hestiyên 8 şehîdan veguhestin Goristana Şehîdan a Minbicê
Hestiyên 8 şehîdan veguhestin Goristana Şehîdan a Minbicê
Hestiyên 8 şehîdan veguhestin Goristana Şehîdan a Minbicê
18 sibat, 2019   15:33

MINBIC

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê bi merasîmekê hestiyên şehîdên Pêngava Rizgarkirina Minbicê Ehmed El-Hesen, Mehmûd Şiblî, Edbulbasit Şêx Şiblî, Mihemed Hemdan, Nadir Xelîf, Remedan Elo, Mihemed Hemdo, Eqîl El-Îdo ku li gundên û gundewarê Minbicê hetibû veşartin, veguhestin Goristana Şehîdan a Minbicê.

Piştî ku şêniyan hestiyên şehîdan wergirtin, bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd a Minbicê ve ketin rê. Li goristanê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê merasîmeke leşkerî lidar xistin. Piştre Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û got: "Em bejna xwe li ber şehîdên ku ji bo rizgarkirina welat canê xwe feda kirine ditewînin."

Derwîş destnîşan kir ku piştî zêdetirî du sal û nîvan şehîd di parka şehîdan de li goristanê kom dibin. Ew şehîdên ku bi saya wan destkeftî hatin bi destxistin gel minetdarên wan in.

Di dawiyê de Şervan Derwîş soza şopandina rêya şehîdan heya pêkanîna armancên wan da.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê  Mehmûd El-Îdo axivî û got: "Em bejna xwe li ber şehîdan ku canê xwe fedekarine ditewînin."

El-Îdo soza şopandina rêya şehîdan heya pêkanîna armancên wan da.

Di merasîmê de bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Serokê Karûbarên Olî ya Minbicê Elî El-Cemîlî axivî û destnîşan kir ku şehîd meşaleyên ku riya nifşan ronî dikine.

El-Cemîlî diyar kir ku bi saya xwîna şehîdan teror li herêmê têk çûye û nêz maye tune bibe.

Di dawiya merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan  Fatme El-Debaa wesîqeyên şehadeta şehîdan xwend û girseya gel hestiyên şehîdan di nav berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û têlîliyên dayîkan spartin axê.

(şx)

ANHA