El-Esed, Erdogan bi `Îxwançî` wesif kir

Serokê rêjîma Sûriyê Beşar El-Esed hewldanên Tirkiyê ji bo avakirina `herêma ewle` red kir û Erdogan bi `Îxwançî` û `xizmetkarekî biçûk li cem Amerîkayê ye ` wesif kir.

El-Esed, Erdogan bi `Îxwançî` wesif kir
17 sibat, 2019   15:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê rêjîma Sûriyê Beşar El-Esed îro di axaftineke xwe de got: "Serokkomarê Tirkiyê Îxwançî ye û xizmetkarekî biçûk li gel Amerîkayê ye."

El-Esed wiha domand: "Erdogan hewl dide xwe wekî afrînerê bûyeran xuya bike. Carekê hêrs dibe, carekê tehdîd dike û herî dawiyê êdî sebira wî nemaye. Ev pirsgirêkek mezin e, Erdogan tenê xizmetkarî biçûk li gel Amerîka ye."

El-Esed teqez kir ku herêma ewle ya ku Tirkiyê hewl dide ava bike, ji destpêka şer ve wê daxwazê ji Amerîka dixwaze. Pêwîstî bi rola Tirkiyê di destpêka şer de tune bû, lê piştî rizgarkirina Heleb, Dêrazor, gundewarê Şamê û beşek ji Hemayê û Deraayê, êdî rewş li gel wan xeter dibe, ji ber wê rola Tirkiyê ji bo lihevxistina kaxizan pêwîst bû.

Serokê rêjîma Sûriyê wiha berdewam kir: "Ji bo me,  her bostek ji Sûriyê wê rizgar bibe, her aliyekî mudexeleya Sûriyê dike û her dagirkerekî em ê wî wek dijmin dibînin."

Girêdayî Komîteya Destûrî El-Esed wiha got: "Destûra çaranûsa welêt diyar dike û nabe bikeve bazaran. Aliyê din a komîteya Destûrî Tirkiyê ye, gelo ma em ê destûra Sûriyê lê ya Tirkiyê nîqaş dikin?