Şêniyên kantona Hesekê "Roja reş" şermezar kirin

Bi deh hezaran şêniyên kantona Hesekê (Hesekê, Dirbêsiyê û Serêkaniyê) li dijî komploya 15‘ê Sibatê daketin qadan û gotin "Berxwedana gel Komploya Navnetewî vala derxist".

Şêniyên kantona Hesekê "Roja reş" şermezar kirin
Şêniyên kantona Hesekê "Roja reş" şermezar kirin
Şêniyên kantona Hesekê "Roja reş" şermezar kirin
Şêniyên kantona Hesekê "Roja reş" şermezar kirin
Şêniyên kantona Hesekê "Roja reş" şermezar kirin
Şêniyên kantona Hesekê "Roja reş" şermezar kirin
15 sibat, 2019   14:55

HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên bajar û gundewarên Hesekê ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xisti.

Meş di bin dirûşmeya "Bi rihê berxwedana zîndanan em ê komployê têk bibin" ji bajarokê Sefiya yê Bakurê bajarê Hesekê dest pê kir û heta Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê dewam kir.

Meş li Goristana Şehîd Dijwar rawestiya, Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdilxenî Oso axivî û got, "Dewleta Tirk a dagirker texmîn kir ku ew ê bi dîlgirtina Ocalan tekoşîn û şoreşa gel raweste, lê şoreşa bi hemû hêza xwe dewam dike û em gaveke paşde navêjin".

Oso di dawiya axaftina xwe de wiha got "Armancên dewleta Tirkiyê bi dûrxistina me ji ramanên Ocalan pêk nayên".

Meş bi dirûşmeyên azadiya Ocalan bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Bi heman armancê bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û gundewarên ya girêdayî  wê jî meşek lidar xistin.

Meş ji ber navenda ciwanan dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsên,"Bi rihê berxwedana zindanan em ê komployê têk bibin û bi Rêber Ocalan re azad bijin" hatin hildan.

Di meşê de dirûşmeyên banga azadiya Rêber Ocalan hatin berzkirin. Meş li qada şehîdan veguherî mitîngê. Di mitîngê de Hevserokê Buroya PYD`ê li navçeya Dirbêsiyê Silêman Xelîl axivî û got,"15`ê Sibatê rojeke reş e. Komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat."

Xelîl di axaftina xwe de got, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl hatiye girtin, lê hemû pêkhateyên herêmê fikrên wî ji xwe re esas girtine û wiha anî ziman,"Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin ji ber dirûşmeya me berxwedan jiyan e."

Xelîl îşaret bi berxwedana Leyla Guven kir û got gelê Kurd berxwedana zindana ji xwe re esas digre.

Xelîl di dawiyê de got ew ê çalakiyên xwe heta azadiya Rêber Ocalan berdewam bikin.

Meş bi dirûşmeyên banga azadiya Rêber Ocalan bidawî bû.

SERÊKANIYÊ

Bi hezaran şêniyên navçeya Serêkaniyê jî ji pêşiya avahiya Meclisa Gel dest bi meşê kirin. Meşvanan posterên Rêbrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsên "Sonda me em ê pergala Îmralî hilweşînin û bi Rêberê xwe re azad bijîn", "15‘ê Sibatê Komploya li dijî Mirovahiyê ye", "Ji Rêber Apo re azadî", "Tu kes nikare îradeya gelê me têk bibe" û" Bi berxwedana girtiyan em ê faşîzmê têk bibin û tecrîdê bişkînin" û dirûşmeyên şermezarkirina komployê û daxwaza azadiya Ocalan hatin berzkirin.

Meş li kolanên sereke yên navçeyê geriyan û li Stada Şehîd Rûstem Cûdî veguherî mîtîngê.

Li vir bi navê PYD‘ê yê kantona Hesekê Ciwan Îso û bi navê Kongreya Star Muna Yûsif axivîn.

Di axaftinan de komploya navnetewî hate şermezarkirin û hate gotin: "Di vê rojê de ango roja reş, hemû hêzên faşîst bûne yek û li dijî Ocalan komployeke plan kirin.

Her wiha hate gotin ku li Îmraliyê berxwedaneke dîrokî tê meşand û ev berxwedan ji gel re bû bingeha hêz û têkoşînê.

Di dawiya axaftinan de bang li rêxistinên mirovî hate kirin ku erka xwe pêk bînin û dawî li tecrîdê bînin.

Meş bi dirûşmeyên banga azadiya Ocalan bi dawî bû.

(ekîp)

ANHA