Pêkhateyên Qamişlo: Wê berxwedana gelan tecrîdê hilweşîne

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo 20’emîn salvegera Komploya Navdewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bi yekdengî peyama “Azadî ji bo rêberê neteweyî” qîr kir.

Pêkhateyên Qamişlo: Wê berxwedana gelan tecrîdê hilweşîne
Pêkhateyên Qamişlo: Wê berxwedana gelan tecrîdê hilweşîne
Pêkhateyên Qamişlo: Wê berxwedana gelan tecrîdê hilweşîne
Pêkhateyên Qamişlo: Wê berxwedana gelan tecrîdê hilweşîne
15 sibat, 2019   12:44

QAMIŞLO

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 15`ê Sibata 1999’an bi komployeke navdewletî hat dîlgirtin û radestî dewleta Tirk a dagirker kirin. Dewleta Tirk a dagirker ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve tecrîda girankirî li ser Ocalan ferz kiriye . Îro 20’emîn salvegera dîlgirtina Ocalan e. Îro Komloya Navdewletî li seranserê bajar, navçe, bajarok û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên cur bi cur tê şermezarkirin. Derabeyên dikanan hatin girtin, bi hezaran kesan rojî girtin û îro wek her sal bi ‘Roja Reş’ hat pênasekirin.

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo yên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, êzidî li Çerxerêya Osman Sebrî ya di navbera taxên  Xerbî û Hilêliyê de kom bûn.

Parastina meşê ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundirîn, Hawarî, HPC, HPC-JIN û polîsên trafîkê ve hate girtin. Heyva Sor a Kurd jî ji bo rewşên tenduristiyê amade bû.

Meşvanan wênêyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wênêyên çalakvanên greva birçîbûnê hildan. Nivîsên ‘Em ê pergala Îmraliyê bişikînin’, ‘Em ê faşîzm û tecrîdê têk bibin, neteweya demokratîk mîsoger bikin’, ‘Bi rihê berxwedana zindanan em ê komployê têk bibin, bi rêber Apo re azad bijîn’ hildan.

Gelek meşvan bi rojî tev li meşê bûn.  Meş bi dirûşmên ‘Bê serok jiyan nabe’, ‘Bi can bi xwîn em bi te re ey serok’, ‘Bimire komplo’, ‘Azadî ji bo rêberê neteweyî’ ber bi saziya Neteweyên Yekbûyî ya li taxa Siyahî ve çû. Meş li wir veguherî mîtîngê.

‘Wê heya azadiya rêber Apo berxwedan berdewam bike’

Di mitîngê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdilkerîm Ebdilah axivî, 20’emîn salvegera Komploya Navdewletî şermezar kir û wiha got: “Komploya Navdewletî li dijî hemû pêkhateyan pêk hat. Armanca komployê tunekirina gelan e. 20 sal di ser komployê re derbas bûn û hîn jî ev komplo berdewam dike. Her roj tecrîd girantir dibe. Li dijî vê tecrîd û komployê gelên azadîxwaz rojane bi çalakiyên cur bi cur Roja Reş şermezar dikin. Wê heya azadiya rêber Apo ev çalakî berdewam bikin. Dê tecrîd bi berxwedana gelan hilweşe.”

Meş bi sloganên ‘Bijî serok Apo’ bi dawî bû.

(mk-se/bm)

ANHA