Şêx û rûspiyên Ereb: Em li rex Rêveberiya Xweser û QSD`ê ne

Şêx û rûspiyên êlên Ereb ên navçeya Til Hemîsê ragihandin ku ew li rex Rêveberiya Xweser û QSD`ê ne û got: "Me rêgeza biratiya gelan û jiyana hevpar ji xwe re kir bingeh û em her mudexeleyek ji derve bi taybet ji aliyê Tirkiyê ve red dikin. "

Şêx û rûspiyên Ereb: Em li rex Rêveberiya Xweser û QSD`ê ne
Şêx û rûspiyên Ereb: Em li rex Rêveberiya Xweser û QSD`ê ne
Şêx û rûspiyên Ereb: Em li rex Rêveberiya Xweser û QSD`ê ne
Şêx û rûspiyên Ereb: Em li rex Rêveberiya Xweser û QSD`ê ne
Şêx û rûspiyên Ereb: Em li rex Rêveberiya Xweser û QSD`ê ne
Şêx û rûspiyên Ereb: Em li rex Rêveberiya Xweser û QSD`ê ne
Şêx û rûspiyên Ereb: Em li rex Rêveberiya Xweser û QSD`ê ne
Şêx û rûspiyên Ereb: Em li rex Rêveberiya Xweser û QSD`ê ne
Şêx û rûspiyên Ereb: Em li rex Rêveberiya Xweser û QSD`ê ne
Şêx û rûspiyên Ereb: Em li rex Rêveberiya Xweser û QSD`ê ne
13 sibat, 2019   16:50

QAMIŞLO

Buroya Têkîliyan a QSD`ê ya navçeya Til Hemîsê îro panelek li Navenda Çandî ya navçeyê li dar xist. Di panelê de bi dehan şêx û rûspiyên êlên Ereb ên navçeyê, fermendarên QSD`ê yên Herêma Cizîrê û Cîgirê hevserokatiya Desteya Rêveber a MSD`ê Hikmet El-Hebîb beşdar bûn.

Panel bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre berdevkê fermî û fermendarê QSD`ê yê Herêma Cizîrê Sabit El-Cewher axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Sabit El-Cewher geşedanên siyasî û leşkerî yên dawîn bi taybet li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûiyê û bi giştî li ser asta Sûriyê şîrove kir.

Sabit di nav gotinên xwe de ev tişt tekez kir: "Divê hemû têbighêjin ku Sûriyê bi gelek pêvajoyan re derbas bûye. Bi taybet derketina komên çekdar û çeteyan li herêmên me. Şêx û rûspiyên êlên herêmê rolek sereke di parastina xak û şerefê de lîstin."

Sabit El-Cewher destnîşan kir ku gelek dewlet ji bo Sûriyê civîn lidar xistine û li hev kirine, lê armancên wan lihevkirina têkbirina gelê Sûriyê û hevgirtina gelê wê bûn, ji ber ku nûnertiya vîna gelê Sûriyê nekin têk çûn.

Sabit El-Cewher di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Ev herêm bi saya saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hevgirtina gelên herêmê hat parastin. Piraniya pirsgirêkên ku rastî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine, bi saya ciwanên wê hatin çareserkirin.”

Cîgirê hevserokatiya Desteya Rêveber a MSD`ê Hikmet El-Hebîb jî got: "Em li hember deriyên tunekirina DAIŞ`ê ne, divê em ji projeyên din û şer din hişyar bin. Tunekirina DAIŞ`ê ji hêla leşkerî ve nayê wateya tunekirina bi giştî, ji ber wê divê em hev du qebûl bikin."

Hikmet El-Hebîb tekez kir ku herêm di pêvajoyek hesas re derbas dibe û wiha pê de çû: "Piştî bidawîbûna DAIŞ`ê divê di projeyên xeter de em nebin alî. Di hundirê Sûriyê de aliyên ku bi ajandeyên derve ve girêdayî ne hene û hewl didin tevliheviyê li herêmê belav bikin. Ji ber wê divê danûstandina Sûrî-Sûrî were xurtkirin. Hindek alî bi hestên şêx û rûspiyên êlan dilîzin û fikrên nerast dixin hişê wan mîna Îranê. Lewra divê em balder bin."

Piştî bidawîbûna axaftinan derî ji şêx û rûspiyên êlan re hate vekirin da ku rewşa herêmê binirxînin, pêşniyar û daxwazên xwe bînin ziman.

Rûspiyan tekez kirin ku bi saya projeya neteweya demokratîk hemû komployên li dijî herêmê têk çûne. Ji bo tunekirina terorê, êlên Ereb li dora birayên xwe yên Kurd û Suryan kom bûne.

Her wiha şêxên êlên Ereb tekez kirin ku piştî berdewamkirina danûstandinan di navbera QSD`ê û rêjîma Sûriyê de û tunekirina terorê li Baxozê, istixbarat Tirkiyê hewl dide hêzek leşkerî li dijî QSD`ê û tevahiya pêkhateyên herêmê ava bike.

Şêxên êlên Ereb anîn ziman ku divê hemû îdiayên Tirkiyê yên derew nas bikin, ji ber ku ew naxwaze aloziya Sûriyê bidawî bibe û wiha dewam kirin:”Ji her kesî tê xwestin ku di heman xendekî de bi yekrêzî bisekinin. Dijmin cudahî naxe di navbera Kurd, Ereb û Suryan de. Divê hemû li gorî berpisyariyê bin û yekîtiya xwe li hember her êrîşekê li dijî Bakurê Sûriyê biparêzin.”

Di dawiya panelê de şêx û rûspiyên êlên Til Hemîsê daxuyanî dan raya giştî.

Di daxuyaniyê de bal li ser van noqteyan hate kişandin:”Bi navê şêx û rûspiyên êlên navçeya Til Hemîsê ji hemûyan re tê zanîn ku êlên herêmê li rex QSD`ê di şerê xwe li dijî tevahiya hêzên tarî û terorê de sekinîne û piştgiriya hêzan kirine.

Bi rêya panelê em wek êlên herêmê yên resen radigihînin ku em li rex Rêveberiya Xweser û QSD`ê ne. Me rêgeza biratiya gelan û jiyana hevpar ji xwe re kir bingeh û her mudexeleyk ji derve di karûbarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi taybet ji aliyê Tirkiyê ve em red dikin.

Her wiha ji bo parastina destkeftiyên rêveberiyê û QSD`ê yên ku bi saya fedekariyên lehengên ji tevahiya pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr ve hatine bidesxistin, çawa em li rex QSD`ê di heman xendekî de bûn, di diyaloga Sûriyê de em ê li rex wan in. Em soz didin şehîdan ku em ê vî tiştî pêk bînin.”

(şx)

ANHA