Projeya bidawîkirina pirsgirêka lehiyê ji welatiyan re hate şîrovekirin

Şaredariya Gel a Kobanê ji bo rêgirtina li hemberî lehîyên ku li kolanên Kobanê radibin, projeyek amade kir û ev proje ji gel re hate şîrovekirin.

Projeya bidawîkirina pirsgirêka lehiyê ji welatiyan re hate şîrovekirin
Projeya bidawîkirina pirsgirêka lehiyê ji welatiyan re hate şîrovekirin
Projeya bidawîkirina pirsgirêka lehiyê ji welatiyan re hate şîrovekirin
11 sibat, 2019   13:51

KOBANÊ

Sala par û îsal ji ber barîna zêde ya baranê, lehî li bajarê Kobanê rabûn. Di encamê de av derbasî malên welatiyan bû û zerarên madî çêbûn. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, Şaredariya Gel a Kobanê projeyek amade kir û îro bi civînekê ev proje ji gelê Kobanê re şîrove kir.

Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi tevlêbûna bi dehan endamên meclisan û welatiyên Kobanê, hate lidarxistin.

Hevseroka Şaredariya Gel a Kobanê Rewşen Berkel di destpêka civînê de axivî û diyar kir ku ji bo pirsgirêka lehiyan careke din dubare nebe, şaredariyê projeyek amade kir.

Rêveberê Buroya Lêkolîn û Pilansaziyê Kawa Hesik wiha behsa projeyê kir: "Heta ku ev projeya mezin were, wê gelek pirsgirêk derkevin, em dixwazin gel ji me re bibe alîkar da ku  ev proje serkeftî derkeve."

Kawa Hesik proje wiha şîrove kir: "Proje dê 4 mehan berdewam bike, eger tu pirsgirêk dernekevin. Em ê tuneleke mezin ji bo ava lehiyan tê de biherike bi qasî 3-4 km çêkin. Ev tunel ji zanîngehê dest pê dike, derbasî Kolana Şehîd Sariya Ozkon (48) dibe û ji wir jî diçe Qada Şehîd Egîd û ji wir jî diçe herêma pîşesaziyê û ji wir jî derbasî Kaniya Kurdan dibe. Ji ber ku di bin erdê de gelek xetên avê, elektrîk û kanalîzsyonê hene dê pirsgirêk derkevin lê em ê hewl bidin bi hev re van pirsgirêkan derbas bikin."

(şm)

ANHA