Li Xezayê: 2 Filîstînî mirin û bi dehan jî birîndar bûn

Di çarçoveya Meşa Mezin a Vegerê de li rojhilatê sînorê Xezayê leşkerên Îsraîlê êrîşî çalakiya Filistîniyan kir, du Filistînî, yek zarok mirin û bi dehan jî birîndar bûn.

Li Xezayê: 2 Filîstînî mirin û bi dehan jî birîndar bûn
8 sibat, 2019   18:41

XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya Xezayê ragihandin ku di çalakiyên Meşa Mezin a Vegerê de, Hemza Mihemed Reşdî Aştiwa yê 18 salî û Hesen Îyad Şiblî yê 14 salî ji ber gulebarana artêşa Îsraîlê jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de got, bîlançoya birîndaran îro giran e û daxuya kirin ku bi dehan welatiyên Filistînê bi fîşekên rast birnîdar bûn û rewşa hin birîndaran giran e.

Nûçegihanên me got, li ser sînor piştî mudaxeleyên hêzên Îsraîlê ji çalakiyên filistîniyan rewşeke gelek aloz rû da û destnîşan kir ku hêzên Îsraîlê bi zanebûn Filistînî kirin hedef, di encamê de gelek girîndar bûn û rewşa hejmarek giran e.

Ji 30’yê Adarê ve her roja Înê li sînorê Xezayê çalakî ji bo vegera penaberan ku ji sala 1948‘an de ji warê xwe derketine, her wiha ji bo şikandona ambargoya li ser Xezayê tê kirin. Ji wê demê ve  zêdetirî 262 kes ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatine jiyana xwe ji dests dane û zêdetirî 27 hezar kes jî birîndar bûne, jê rewşa 500 birîndaran giran e.

ANHA