Merkel: DAIŞ hê neqediyaye

Serokwezîra Elmanya Angela Merkel berovajî Serokê DYA’yê Donald Trump diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê hê bi dawî nebûye.

Merkel: DAIŞ hê neqediyaye
8 sibat, 2019   15:10

NAVENDA  NÛÇEYAN

Serokwezîra Elmanya Angela Merkel ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê hê neqediyane û şerekî asîmetrîk ketiye dewreyê.

Merkel di vekirina boroyeke nû ya li Berlîn a servîsa îstixbarata navxweyî BND’ê de, li dijî îfadeyên Trump derket.

Trump roja Çarşemê diyar kiribû ku wê hefteya bê bi awayekî fermî dawîbûna çeteyên DAIŞ’ê ragihîne. Trump di meha Kanûnê de li ser Twitterê daxuyaniyek da bû û diyar kiribû ku çeteyên DAIŞ’ê têk çûne.

Serokê DYA’yê Donald Trump dixwaze heta dawiya meha Nîsanê ji Sûriyeyê derdorî 2 hezar leşkerên xwe yên Amerîkî vekişîne. Ev proje Washington û hevkarên wê yên Ewropî dixe nava fikaran. Ewropî bê ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi dawî bibe, vekişîn wan dixe fikarên ku wê ji nû ve DAIŞ xwe li Sûriyeyê zindî bike.

Merkel got: “Dewleta Îslamî, kêfxweşiye li ser axa xwe hate derxistin, lê ev nayê wê wateytê ku bi temamî bi dawî bûye.”

Serokwezîra Elmanya diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê “Vegeriyaye hêzekî ku şerê asîmetrîk bi rê ve bibe.” û domdarî got: “Ev jî xeteriyê dide avakirin. Li Sûriyeyê hê em ji aştiyê dûr in.‘‘