Hejmara yekemîn a kovara Şermola derket

Hejmara yekemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî weşanê dike, derket.

Hejmara yekemîn a kovara Şermola derket
7 sibat, 2019   11:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Di kovara Şermola de berhemên bi dehan nivîskar, rewşenbîr û lêkolînerên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyê hene. Di kovarê de beşên lêkolîn, diyalog, xwendin, pirtûk, werger, jin, çand, huner (şano, sînema, hwd), çîrok, helbest, wêne, gotar û raporên wêjeyî hene.

Kovar di hejmara xwe ya yekemîn de bi dosyaya bi navê “Foruma Wêje û Çanda Resen” derket pêşberî xwendevanan. Armanc ji çapkirinê ew e ku asta çand û fikra civakê bê pêşxistin. Hilbijartina navê "Şermola" wek navê kovarê, pêşxitina çanda wêjeyî û fikrî ye û ji bo ku bibe foruma çandan û rewşenbîrên gelên li herêmê.

Kovar di hejmara xwe ya yekemîn de girîngiyê dide “wêjeya şoreşê" û bi taybet Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bûne şahidên şoreşa gel.

Desteya edîtoriyê ya kovarê diyar kir ku deriyê kovarê ji hemû wêjevan re vekirî ye û hewl didin bibin sedema pêşdeçûnên çandî û rewşenbîrî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

(fr)

ANHA