‘Armanca hevdîtinê dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye’

Şêniyên Efrînê got armanca hevdîtina serokê PDK`ê Mesûd Barzanî bi serçeteyên opozîsyona Sûriyê re ew e ku destkeftiyên şoreşa Rojava têk bibin û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bikin.

‘Armanca hevdîtinê dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye’
6 sibat, 2019   12:27

XANDÎ ELO / ŞEHBA

Şêniyên Efrînê teqez kir ku ew ê heta dawiyê li dijî plan û komployên ji aliyê dijminên wan ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû Kurdistanê têne kirin, bisekinin û li ber xwe bidin.

Welatiyê bi navê Mihemed Kîng Xemîs destnîşan kir ku armanca planên dagirkeran ew e ku tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bikin û wiha dewam kir: “Ew koma ku hevdîtin bi Mesûd Barzanî re pêk anî, ew bi xwe kesên ku li dijî gelê me komkujî pêk anîn. Ew bi xwe hewl didin tevahî Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet dagir bikin. Ji ber ku ew girêdayî îstixbaratên Tirkiyê ne. Îstixbaratên Tirkiyê destekê dide wan. Bi hemû şêwazan hewl didin destekfiyên gelê me têk bibin. Em van planan qebûl nakin. Em bang li gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî xwestekên çeteyan di Kurdistanê de bisekinin. Li dijî komployên dagirkeran serhildanan li dar bixin da ku em Kurdistana xwe rizgar bikin.”

Welatiyê bi navê Îbrahîm Berekat got hevdîtina di navbera Mesûd Barzanî û serçeteyên opozîsyona Sûriyê de plana dagirkeriya tevahî Rojava ye, hewl didin projeya demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, têk bibe. Berekat bang li gelê Kurdistanê kir ku li dijî planên dagirkeran bisekinin û yekitiya xwe ava bikin. 

Her wiha welatiyê bi navê Abdulezîz Kûsa yê ji pêkhateya Ereb ji kantona Şehbayê, teqez kir ku berxwedana wan li dijî komplo û dagirkeriya Tirkiyê heta rizgarkirina Efrînê û tevahî xaka Sûriyê ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam bike. Di dawiyê de Abdulezîz Kûsa destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe dê hemû planên li dijî wan bi yekitiya xwe têk bibin.

(bx)

ANHA