‘Em ê serok Apo û Efrînê azad bikin’

Yekîtiya Jinên Ciwan bi armanca şermezarkirina Komploya 15'ê Sibatê civînek ji jinên ciwan re li dar xist.

‘Em ê serok Apo û Efrînê azad bikin’
‘Em ê serok Apo û Efrînê azad bikin’
‘Em ê serok Apo û Efrînê azad bikin’
‘Em ê serok Apo û Efrînê azad bikin’
6 sibat, 2019   12:14

KOBANÊ

Di nava rêzeçalakiyên 15'ê Sibatê de, Yekîtiya Jinên Ciwan ji jinên ciwan ên Kobanê re civînek ji bo şermezarkirina Komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat û piştgiriya çalakiya Leyla Guven, li dar xist.

Civîn li navenda yekitiyê ya bajarê Kobanê hate lidarxistin. Ji rêvberên Yekîtiya Jinên Ciwan Jiyan Koçer di civînê de axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan koletî qebûl nekir, ji ber wê komplo bi xayîntî li ser wî pêk hat û wiha dewam kir: “Sala 1999`an di roja 15`ê Sibatê de Komploya Navneteweyî li dijî rêber Apo pêk hat. Em wek jinên ciwan, erka me ye ku serok Apo azad bikin.”

Jiyan Koçer di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa şêniyên Efrînê û wiha got: "Jinên Kurd ku li Efrînê mane, rojane ji aliyê dagirkeriyê ve têne îşkencekirin, tecewizkirin û qetilkirin. Îro dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê her karekî qirêjî dike. Cihê herî pîroz ku li gel me goristanên şehîdan in, dirûxîne. Lê em zarokên rojê ne, em ê serok û Efrînê azad bikin.”

Jiyan Koçer anî  ziman ku çalakiya Leyla Guven çalakiyeke pîroz e û wiha dewam kir: "Îro Leyla Guven li hember tecrîda li ser rêber Apo çalakiya birçîbûnê dike, çalakiya wê pîroz e.”

Di dawiya axaftina xwe de Jiyan Koçerb wiha got: "Divê her jineke ciwan hişyar be û serokê xwe rêber Abdullah Ocalan azad bike.”

 Civîn bi dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan ,azadî" bi dawî bû.

(şm-hk)

ANHA