Kongreyê destek da biryara li dijî plana Trump a vekişîna ji Sûriye û Afganistanê

Kongreya Amerîkayê duh deng da biryara li dijî planên serok Donald Trump ên vekişandina hêzên xwe ji Sûriye û Afganistanê.

Kongreyê destek da biryara li dijî plana Trump a vekişîna ji Sûriye û Afganistanê
5 sibat, 2019   09:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreyê 70 deng dan da ku biryara serokê Amerîka ya vekişandina ji Sûriyê û Afganistanê were guhertin. Endamê kongresya Amerîkayê Mitch McNeil wiha got: “Meclisa Kongreyê dibîne ku komên îslamî yên tundraw li her du welatn heta niha metirsiyeke mezin li ser DYA`yê çêdikin.”

Di biryarê de hate diyarkirin ku divê li dijî çeteyên DAIŞ`ê û El-Qaîdeyê li Sûriyê û Afganistanê pêşketin pêk werin, lê der barê vekişanda bilez de hişyarî da. Her wiha hate gotin ku divê xebat were kirin da ku îstiqrara herêmê were mîsogerkirin û rê ji Îran an jî ji Rûsyayê re neyê dayîn ku valatiya çêbe, dagirin.

Beriya ku deng bidin, McNeil got wan projeya qanûnê pêşkêş kiriye, ji ber vê yekê Kongreya Amerîkayê dikaribû bi awayekî vekirî û rasterast li ser girîngiya erkên li Afganistanê û Sûriyê biaxive.

Gelek berpirsên rêveberên Amerîkayê li ser biryara serokê Amerîkayê ji karê xwe îstîfa kirin, her wiha Trump rastî zextên mezin hat.

(jo)