Li herêma bêçek şerê di navbera rejîm û çeteyên Tirk de dewam dike

Li herêma bêçek a Rûsya û Tirkiyê, şer û topbaran di navbera rejîma Sûriyê û çeteyên Tirkiyê de dewam dike.

Li herêma bêçek şerê di navbera rejîm û çeteyên Tirk de dewam dike
1 sibat, 2019   12:29

NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji 17`ê Îlona 2018`an ve, ango ji roja ragihandina herêma bêçek a di navbera Rûsya û Tirkiyê de, şer û topbaran di navbera çeteyên dewleta Tirk û rejîma Sûriyê de dewam dike.

Têkildarî mijarê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê topbarana rejîma Sûriyê li ser herêm û gundên Letmana, Hesriya, Kefernebûda û Kefzêda li aliyê bejahiya bakurê Hemayê şopand.

Her wiha hêzên rejîma Sûriyê herêmên li bajaroka El-Hibêt û Sekîk ên bejahiya başûrê Idlibê û herêmên li El-Ketîba El-Mehcûra li bejahiya rojhilatê Idlibê, topbaran kirin.

Di heman demê de Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk de li herêma El-Melah û derdora wê yên bejahiya bakurê Helebê şer rû da.

Ajansa Sana ya girêdayî rejîma Sûriyê jî ragihand ku yekîneyeke artêşê îro serê sibehê bi topavêjan cihê terorîstan li eniya gundê Erbeîn kir hedef. Ajansê anî ziman ku di encama topbaranê de, hin terorîst hatin kuştin û hinek din jî birîndar bûn û çek hatin teqandin û navenda wan jî hate rûxandin.

Li gorî hevpeymana di navbera Pûtîn û Erdogan de, diviyabû Tirkiyê çekên giran ji herêma bêçek a di navbera 4 parêzgehên Sûriyê; Idlib, Heleb, Hema û Laziqiyê de heta 10`ê Cotmeha 2018`an jê vekişandana. Her wiha diviyabû çete jî heta 15`ê Cotmehê jê bihatana derxistin. Lê Tirkiyê ev hevpeyman pêk neanî.

Berovajî wê, dewleta Tirk rê li pêşiya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam vekir da ku serweriya xwe berfireh bikin, tevî ku 12 noqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk li wê herêmê hene.

(kc)