Trajediyeke bêdawî ya jineke Êzidî ji destê DAIŞ’ê

Ji gundê xwe yê girêdayî Şengalê hate revandin û ew şandin Sûriyê. Gelek zilm û zehmetî dît. Paşê li Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin. Çîroka Besê ya Êzidî, çîrokek ji çîrokên bi hezaran Êzidiyên e ku sala 2014`an ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatin revandin. Lê dema Besê hate rizgarkirin êşa wê bi dawî bû û li hêviyê ye ku Êzidiyên din jî werin rizgarkirin.

Trajediyeke bêdawî ya jineke Êzidî ji destê DAIŞ’ê
29 ÇILE, 2019   09:40

DIYAR EHMO / DÊRAZOR

3`yê Tebaxa 2014`an çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî hovane êrîşî Şengalê ya Başûrê Kurdistanê kir. Komkujî li dijî Kurdên Êzidî pêk hatin. Li gorî dîrokê di nava rûpelên xwe de qeyd kiriye, ev dibe ‘Fermana 74`an’ a li dijî civaka Êzidî. Bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û ew ber bi herêmên di bin dagirkeriya wan de yên li Iraq û Sûriyê ve birin.

Jina Êzidî Besê Hemed Temir (40) ji gundekî ku dikeve rojhilatê bajarê Şengalê ye. Ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve tevî 130 jinên din ji gundê xwe hatin revandin û ew ber bi Sûriyê ve birin. Besê hate firotin. Herî dawî li gundê Baxoza Jorîn ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rizgarkirin.

Besê bi çavên girî ji ajansa me ANHA`yê re wiha axivî: "Roja yekemîn ku ez ji aliyê çeteyan ve hatim firotim, tê bîra min. Tê bîra min ku çawa wêne ji me re dikişandin da ku me nîşanî çeteyên din bikin. Wê demê jî em di hundirê qefesan de bûn."

Çeteyan Besê tevî jinên ku pê re bûn, bir bajarê Reqayê. Besê got çeteyan ew xistin dibistanan El-Ewqaf û di wê demê de jî Besê nizanîbû ku ew li ku derê ye. Besê nêzî 7 mehan di dibistanê de dimîne. Paşê jî çeteyan ew firot çeteyê bi navê Ebû Yehya El-Tûnisî ku bi eslê xwe ji Tûnisê ye.

Besê got ew demekê li gel El-Tûnisî ma, wî jî ew firot çeteyekê bi eslê xwe ji Tirkiyê û wî jî ew firot çeteyê bi navê Ebû Haşim El-Sûrî. Besê 5 rojan li gel wî dimîne û ew jî wê difiroşe çeteyê bi navê Ebû Mihemed El-Humsî.

El-Humsî Besê demeke dirêj li gel xwe nahêle, wê difroşe çeteyê bi navê Ebû Hemed El-Cezrawî ku bi eslê xwe ji Erebistana Siûdiyê ye û 15 rojan li gel wî dimîne.

Piştî wê û Besê difiroşin çeteyekî din bi navê Ebû Haşim El-Sûrî ku ji bajarê Babê yê girêdayî Helebê ye, vedigere. Ebû Haşim El-Sûrî careke din wê dikire.

Besê di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: "Di stûyê wî de bû. Digot ew mifteya bihûştê ye û bi fermana serçeteyê wê herêmê xwe di êrîşeke xwekuj de teqand."

Piştî kuştina Ebû Haşim êşa Besê zêdetir dibe. Ji ber ku wek xudamekê xizmeta malbata wî dikir. Paşê ji aliyê komeke çete ve ber bi beyara Palmîrayê ve hate birin û bi çeteyan re li wê derê 8 mehan dimîne.

Besê destnîşan kir ku jiyana wê li Palmîrayê pir zehmet bû. Çete mîna hovan pênase dikirin.

Besê demekê li beyara Palmîrayê dimîne. Paşê wê dibin gundekî girêdayî bajarê Meydîn ê Dêrazorê. Dema ku Besê gihaşt gundên rojhilatê bajarê Dêrazorê wek xizmetkar ji malbatên çeteyan re kar kir, di destpêkê de birin gundê El-Şefê li rojhilatê bajarokê Hecînê, paşê çû Baxoz Foqanî.

Di 20`ê çileyê de bi pêşketinan şervanên QSD`ê re, şervanan Besa Êzîdî rizgar kir û gihand cihekî ewle.

Çîroka Besê yek ji çîrokên ku behsa trajediya şengaliyan dike piştî ku ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve hatin revandin û bazirganiya wan kirin.

Besê wiha dibêje: "Ez ji DAIŞ`ê ditirsim û ez ê her bitirsim, ji ber ku ew ne mirov in, dilê mirovan di wan de tune ye, ji ber ku min dît çi li wan sivîlan kirin. Min bi çavên xwe îşkenceya DAIŞ`ê dît. Yê ku dixwaze êşa DAIŞ`ê nas bike bila ji jinên Êzidî bipirse.”

(bx)

ANHA