Rêveberên nû yên  Rêxistina PYD‘ê ya Dirbêsiyê hatin hilbijartin

Kongreya sêyemîn a Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Dirbêsiyê bi hilbijartina 12 rêveberên nû bi dawî bû.

Rêveberên nû yên  Rêxistina PYD‘ê ya Dirbêsiyê hatin hilbijartin
Rêveberên nû yên  Rêxistina PYD‘ê ya Dirbêsiyê hatin hilbijartin
Rêveberên nû yên  Rêxistina PYD‘ê ya Dirbêsiyê hatin hilbijartin
Rêveberên nû yên  Rêxistina PYD‘ê ya Dirbêsiyê hatin hilbijartin
Rêveberên nû yên  Rêxistina PYD‘ê ya Dirbêsiyê hatin hilbijartin
Rêveberên nû yên  Rêxistina PYD‘ê ya Dirbêsiyê hatin hilbijartin
Rêveberên nû yên  Rêxistina PYD‘ê ya Dirbêsiyê hatin hilbijartin
Rêveberên nû yên  Rêxistina PYD‘ê ya Dirbêsiyê hatin hilbijartin
28 ÇILE, 2019   18:52

HESEKÊ

Kongreya sêyemîn a Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya  navçeya Dirêbsiyê vê sibehê bi dirûşma "Bi vîn û rêxistinbûyînê em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeke ne navendî û demokratîk ava bikin" li Hola Îvan a navçeyê bi beşdarbûna 400 delegeyan dest pê kir.

Kongre bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Paşê ji bo birêveberina kongreyê endamên dîwanê ji 5 kesan hatin hilbijartin.

Axaftina destpêkê ya kongrê ji aliyê hevseroka PYD‘ê Eyşe Hiso ve hate kirin. 

Eyşe Hiso kongrê li endamên PYD‘ê pîroz kir û têkoşer Avesta Xabûr di salvegera yekemîn a şehadeta wê de bi bîr anî û got, "Avesta Xabûr bedena xwe ji dagirkeriya Tirkiyê re kire metal."

Eyşe Hiso li ser rewşa siyasî ya Sûriyê anî ziman ku bêyî lihevkirinên hemû hêzên Sûriyeyê çareserkirina aloziya Sûriyeyê ne pêkan e û got, tîfaqa Adane ya 1998‘an ku Tirkiyê dixwaze ferz bike ji derveyî îradeya gel e, lew re wê çarenûsa wê binkeftin be.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Salim El-Salim û Rêvebera Kongreya Stra Zindan Hison jî axivîn û lidarxistina kongreyê pîroz kirin, her wiha destnîşan kirin ku PYD‘ê di şoreşa Rojava de serkeftinên mezin bi dest xistin.

Piştî axaftinan peyamên pîrozbahiya kongrê hatin xwendin. Her wiha rapora siyasî û rêxistinî ya du salan ya partiyê hatin xwendin û nirxandin.

Di dawiyê de dengdan pêk hat, di encamê de 12 rêveberên nû yên partiyê li navçeya Dirbêsiyê hatin hilbijartin. Rêveberan sond xwarin ku erka xwe bi cih bînin.

Kongre bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

ANHA